Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin 2023-11-09 15:49:56   AMED - Danişîna doza Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen hate taloqkirin.    Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ceylan û Alokmen a ku ji dosyayeke din girtî ye tev li danişînê nebûn, lê parêzerê wan Şeyhmûs Bayhan amade bû.    Li Enqereyê derheqê Ceylan de doz hatibû vekirin û dadgehê biryar dabû ku dosyayê bînin dadgehê. Dozger û parêzer Bayhan xwestin ku xwe li benda bicihanîna vê biryarê bigirin.    Dadgehê jî daxwaza dozger û parêzer qebûl kir û danişîna dozê taloqî 22’yê sibatê kir.