Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin 2023-11-10 09:05:38   AMED - Mehmet Emîn Ado yê di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Kurkçulerê de, ragihand ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û got ku rastî êrişan tên.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê, girtî rastî muameleya xirab tên û gef li wan tên xwarin. Girtî Mehmet Emîn Ado ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand.    Axîn Ado ku bi birayê xwe re axivî, diyar kir ku birayê wî ragihandiye ku girtiyên nexweş sewqî revîr û nexweşxaneyê nayên kirin û mafê wan ê xwegihandina tenduristiyê tê binpêkirin. Ado, got: "Got ku nameyên wan dereng didin wan, mafên wan ên wekî werzîş û kursan tên binpêkirin."    ‘HAYA MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ JÊ TUNE YE'   Ado, anî ziman ku xwarinên ku li girtîgehan tên dayîn ji bo pêdiviya vîtamînê têr nakin û got ku girtî rastî zextên gardiyanan tên û gava îtiraz dikin jî bi cezayê hucreyê gef li wan tên xwarin. Ado, got: "Birayê min got ku wan hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kiriye û midûr ji wan re gotiye 'Haya wî ji van kirinen tune ye.' Lê belê binpêkirinên mafan didomin. Birayê min got ku 'Tim bi sirgûnkirinê gef li wan tên xwarin. Em bi muameleya xirab re rû bi rû ne.'"   'DÊ Û BAVÊ MIN 5 SAL IN NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ'   Ado, destnîşan kir ku dê û bavên wî ji ber nexweşînên xwe û ji ber dûrbûnê 5 sal in birayê wî yê ku 7 sal in girtiye nedîtine û got: "Ez bi xwe jî 4 sal berê çûm cem wî. Me gelek caran daxwazname da ku wî bînin girtîgeheke nêzî dê û bavên min, lê tiştek jê derneket. Bi salan e em bi rêya telefonê, hefteyê 10 deqeyan dengê birayê min dibihîsin. Lê mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbatên xwe re bikin heye. Çima girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan? Bi vê re hem girtî hem malbatê ceza dikin."    ‘EM LI DORA GIRTIYAN BIBIN XELEK'   Ado, bang li hemû rêxistinên civaka sivîl û gel kir ku li dora girtiyan bibin xelek û got: "Bila tu kes li ber vê zilmê bêdeng nemîne. Divê bêtir bibe rojev."    Malbat ji ber pêkanînên mafên mirovan serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) da.   MA / Mehmet Guleş