Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan 2023-11-10 12:29:35 ENQERE - Parêzerên bi banga Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û Baroya Enqereyê li ber Edliyeya Enqereyê hatin bahev, bi gotina “Ji darbeyê re na” ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.  3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên derbarê parlamenterê TÎP’ê yê girtî Can Atalay de biryara binpêkirinê dabû, kir. Piştî vê biryarê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) ji bo “Meşa Serdestiya Hiqûqê” bide destpêkirin hemû parêzer vexwendin Enqereyê.     Baroya Enqereyê jî li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê bi gotina “Li dijî hewldana tasfiyekirina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya Dadgeha Bilind, em ber bi Dadgeha Bilind ve dimeşin” bang li endamên xwe kir ku li ber Edliyeya Enqereyê kom bibin.    Parêzerên li ber edliyeyê hatin bahev bi dirûşmeyên “Ji darbeyê re na” û “Heq, hiqûq, edalet” ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.    Polîsan parêzer li ser Cadeya Necatîbey rawestandin. Parêzerên, polîsên ku ji wan xwestin bi awayekî temsîlî meşekê li dar bixin guhdar nekirin, meşa xwe domandin. Pişt re parêzer derketin ser rêya Eskîşehîrê. Polîsan aliyekî rê ji trafîkê re girt.    ‘DÊ BIRYAR BÊ DAYÎN’    Parêzerên ku meşa xwe didomînin gihiştin Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB). Serokê TBB’ê Erînç Sagkan ê li vir axivî, diyar kir ku destûra bingehîn hatiye binpêkirin û wiha got: “Pêvajo em tê de ne, mijareke wisa ye ku em nikarin weke cudahiya hiqûq an dadger şirove bikin. Pêvajoya em tê de ne nikare weke pevçûna di navbera saziyan de bê binavkirin. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke ku xala duyemîn a destûra bingehîn bi awayekî zelal tune hatiye hesibandin, gelo em dewleteke hiqûqê ne an na tê nîqaşkirin û derbarê vê de biryar were dayîn e.”   ‘DARAZ DÊ ÇARESER BIKE’    Sagkan, li ser pirsa rojnamevanan a têkildarî axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ê AYM hedef nîşan da wiha got: “Divê daraz pirsgirêka ku derxistiye bi xwe çareser bike. Şiroveya ku saziya siyasetê di vî warî de kiriye, ji bilî mudaxileyê mercîya ku vê pirsgirêkê çareser bike Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) û Dadgeha Bilind e.”   Sagkan, çend rêze serlêdanên li HSK’ê û Dadgeha Bilind kirine jî bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Me di her şert û mercî de serxwebûn û bêalîbûna dadgeriyê parastiye. Ji bo vê jî li şûna ku mudaxileya siyasetê were kirin, divê ev pirsgirêka darazê ya ku wê bi xwe afirandiye bi organên darazê bi xwe bê çareserkirin.”   BER BI DADGEHA BILIND VE MEŞIYAN   Parêzer piştî daxuyaniyê derbasî avahiya TBB’ê bûn. Parêzer piştî demekê li TBB’ê sekinîn şûnve ber bi Dadgeha Bilind ve dest bi meşê kirin. Meş li ber dadgehê bi dawî bû.