Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye 2023-11-10 12:30:53   AMED - TBB’ê têkildarî biryara Dadgeha Bilind serokên baroyan vexwend civîna awarte. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ku ji bo civînê hat vexwendin diyar kir ku bi salane kurd ji sepanên darazê merzdar in û ji ber ku li dijî bêhiqûiya li kurdan hat kirin tu îtîrazek nehat kirin, rewş hatiye vê astê.    Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind biryar da ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê mebûsê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ê girtî Can Atalay de bicih neyê. Bertekên li dijî 3’yemîn Daîreya Dadgeha Bilind a ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi “çalakiya edlî” sûcdar dike û der barê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn de jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da û giliyê wan kir. Piştî biryarê û gilîkirinê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bang li hemû serokên baroyan kir ku li Enqereyê civîneke awarte pêk bînin. Serokên TBB û baroyan piştî nirxandina rewşê wê îro saet di 15.00 de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê bidin.    ‘JI PRATÎKA DARAZÊ HERÎ ZÊDE KURD MEREZDAR IN’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku ji bo civînê çû Enqereyê biryara Dadgeha Bilind wek “hewldana darbeye” nirxand û wiha axivî: “Bi salane gelê kurd ji ber sepan û pratîkên daraza li Tirkiyeyê merezdar e. Yanî ji darazê êşê dikişîne. Em yanî vî aliyê Firatê her tim anî rojevî ku bi biryarên darazê biryarên serbixwe û bêteref nayên dayîn û em vê hê jî tînin rojevê. Em sedemê vê jî bi helwesta deshtilatdariyê ya li dijî meseleya kurd ve girê didin. Desthilatdariyê meseleya kurd kiriye meseleyek ‘ewlehiyê’. Ya rast tenê dixwaze pirsgirêkê bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bike. Di van serdemên wiha de daraz jî li dijî kesên ku xebatan li ser kurdan û meseleya kurd dikirin û dikin, li dijî wan hemûyan helwestên cuda nîşan da û dide. Bila were bîra her kesî, di pêvajoya çareseriyê de ji ber ku li ser meseleya kurd zemînek çareseriya demokratîk û aştiyane hatibû amadekirin, me hemûyan şahidî kir ku daraz ji çiqas nerm tevdigeriya û helwestek nerm dida nîşandan. Her tim bi rê û biryarên darazê dixwestin pirsgirêka kurd teşe bikin. Bi destê Dadgeha Bilind çawa naverok û tabloya darazê diguherînin û vala dikin bi vê biryara dawî re nîşaneya rêzber e. Ji ber ku li dijî neheqî û bêhiqûqiyên dihatin kirin, îtîrazek yekbûyî nedihat kirin, rewş hat vê astê. Biryarên DMME’yê yên der barê Demîrtaş û Kavala de hene, lê binêrin darazê ev biryar nesepandin û hê jî nepsandine. Biryara AYM’ê ya der barê Dayikên Şemiyê yanî der barê Qada Galatasaray de ku daye heye. Ev biryar ji nedîtî ve tê û qad li dayikan hatiye qedexekirin. Gelek biryarên darazê yên ku sosret in hene. Binêrin êdî di roja me ya îro de civaka Tirkiyeyê jî şahidiya neheqî û bêhiqûqiyên darazê dike.”    ‘BIRYAREK SIYASÎ HEYE’    Eren destnîşan kir ku biryara Dadgeha Bilind ku daye ne masûmane ye û li pey wê biryarê hêzek siyasî heye û axaftina xwe wiha domand: “Dîsa hinek kes ketine pey armanca sedemî ya darazê an jî qada siyasî dîzayn bikin. Gelo dixwazin pêşî li biryarên AYM’ê ku dide bê girtin? Gelo di nava daraza bilind de pevçûn û cehd heye? Li gel van pirsan, her wiha serokê partiya şirîkê desthilatdariyê bang kir ku AYM bê girtin û hê ku ev daxuyaniyên wî li holê ne, biryar û giliyek wisa qet ne masûmane ye û nîşanî me dide ku fermandayîn heye. Gelek baş nîşanî me dide ku sedemek siyasî heye. Lê belê ev rêbazek gelek metirsîdar e.”    ‘HEWLDANA DARBEYÊ YE’    Eren destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dem bi dem di çarçoveya maf û azadiyan de îmzeyê diavêje bin biryarên balkêş û ev nirxandin kir: “Ez di wê baweriyê de me ku ev tişta kut ê kirin li dijî wê mafên bingehîn azadiyan û demokrasiya ku heye jî hewldana darbeye ye li dijî darazê.”    ‘BIRYAR HATIYE HÛNANDIN’    Eren diyar kir ku ji bo Dadgeha Bilind ji biryara xwe vegere di warê hiqûqî de hê jî mimkûnbûna wê heye û wiha got: “Divê em viya jî bibînin ku pêvajo bi awayek hûnandî û sêwirandî hatiye amadekirin. Gilîkirina ku li dijî endamên AYM’ê hatiye kirin di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin. Em wek Baroya Amedê ji kêliya ewil ve li dijî vê bêhiqûqiyê derketin û em ê bi têkoşîna xwe ya hiqûqî li ber bisekinin.”