Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe 2023-11-10 15:20:15   ENQERE - Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya ji Doza Kobanê girtî tê darizandin bal kişand krîza darazê û got: “Êdî dengê defe ji dûr ve xweş nayê, êdî dengê defe wê li ber guhê AKP’ê biteqe.”    Rûniştina pêncemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Girtiyên siyasî Ayla Akata Ata, Aynûr Aşan, Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Gultan Kişanak ji Girt^geha Kocaeliyê û Dîlek Yagli ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Dozger xwest girtina siyasetmedaran berdewam bike û cezakirina siyasetmedaran a ji xala 302’yan a dubare kir.    Siyasetmedar Alp Altinorsa li dijî mutala dozger axivî û bertek nîşanî helwesta dozger da. Altinors bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a der barê parlamenter Can Atalay de û got AYM bi biryara Dadgeha Bilind hatiye girtin.    Paşê Parlamentera HDP’ê ya berê û siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku darizandin veguheriye rewşek rûtîn û şandeya dadgehê jî bi awayek rûtîn li dozê dinêre û bi awayek rutîn biryara navberê çêkiriye.    ‘LI WELAT KRÎZA DARAZÊ HEYE’    Ayla Akat Ata bal kişand ser krîza darazê ku piştî biryara der barê parlamenter Can Atalay de hatiye dayîn û got: “Li welatê me krîza darazê diqewime. Krîza Can Atalay heye. Ev sê sal in em tên darizandin. Êdî dengê defê ji dûr ve xweş nayê. Êdî dengê defe li ber guhê AKP’ê wê biteqe û bê.” Ata da zanîn ku wê çi daxuyanî û çalakiyan kiribe û beşdar bûbe li pişt wan disekine û êdî ew ji vê rewşa bêhiqûqî û bêqanûnî re dibêjin ‘êdî bes e’ û got: “Ji me re dibêjin heke hûn gel bin, hûn ‘terorîst in’. Heke terorîstbûn wisa be, nexwê bila, serçavan. Ez ê dest ji kurdbûna xwe bernedim. Lê heke hûn înkar û redkirinê berdewam bikin, em dizanin wê çi bibe. Ez jî cara ewil e azadiya xwe daxwaz dikim.”    ‘LI GORÎ DOZGER PARASTINA BI KURDÎ JÎ TERORÎZM E’    Ji siyasetmedaran Aynur Aşan jî parastina xwe bi kurdî kir û bi silavkirina Çapemeniya Azad dest bi axaftina xwe kir û got wê ji roja ewil heta niha ve di parastina xwe de bal kişandiye ser nasnameya wan a neteweyî. Aşan destnîşan kir ku ew ê dest ji çand, ziman, nasname, ax, dîrok û hebûna xwe bernedin û her ew ê xwedî li xwe derkevin. Aşan diyar kir ku dozger xebatên wan ji bo zimanê kurdî jî sûcdar kiriye û zimanê kurdî li gorî dozger parastina bi zimanek kurdî ‘terorîzmê” ye û got: “Heke ku hinek wîjdanê we hebe hûnê ewilî biryara berdana me bidin û paşê jî biryara beraetê bidin. Ez azadiya xwe daxwaz dikim.”    Ayşe Yagci jî da zanîn ku der barê wê de tu delîlek şênber nîne û wê berê jî di parastina xwe de qala delîlên neşênber kiriye û xwest bê berdan.    Danişîn berdewam dike.