Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin 2023-11-10 17:50:22   ŞIRNEX - Li Qilebanê cenazeyê ciwanê bi navê Hakan Encu yê 5 roj bûn winda bû hat dîtin.    Li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê 5 roj bûn ciwanê bi navê Hakan Encu (28) winda bû. Piştî lêgerîna li derdora gund îro cenazeyê Encu hat dîtin. Hat îdiakirin ku Encu xwe kuştiye.   Piştî karên otopsiyê cenazeyê Encu li goristana gund hat veşartin.