Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye 2023-11-10 19:47:51   ENQERE- Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di çarçoveya Doza Kobanê de girtî ye, çendî dema girtinê ya demdirêj temam bûye jî nayê berdan. Kişanakê wiha bertek nîşan da: "Tu hêcet mêcet tune ye, dema girtinê temam bûye."    Rûniştina pêncemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Girtiyên siyasî Ayla Akata Ata, Aynûr Aşan, Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kocaeliyê û Dîlek Yagli ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Piştî navberê siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz parastin kir. Parmaksiz anî ziman ku heya niha 30 caran biryara navberê hatiye danîn lê wî tu carî doza berdanê nekiriye. Parmaksiz bilêv kir ku lê vê carê doza berdanê dike û got: "Huner gazî min dike. Tenorê îtalî Andrea Bocellî tê Tirkiyeyê. Ez ji bo biçim konsera wî doza berdanê dikim."     Siyasetmedara girtî Dîlek Yagli jî anî ziman ku di hincetên girtinê de bi piranî der barê wê de tu tawanbarkirin tune ye û got: "Ez tevahiya mutalaayê red dikim û doza berdanê dikim."    Siyasetmedar Gultan Kişanak jî ku çendî dema wê ya girtina demdirêj temam bûye nayê berdan jî, ji Girtîgeha Kocaeliyê bi rêya SEGBSÎ'ê tevlî danişînê bû. Kişanakê bal kişand ser temambûna dema girtinê û got: "Hûn jî baş dizanin ku tu hêcet mêceta vê tune ye. Dema girtinê ya demdirêj temam bûye. Hûn dikarin li mutalaayê jî mêze bikin. Madem dema girtinê ya demdirêj temam bûye, nexwe çima ez hê di girtîgehê de me?"   Piştî Kişanakê siyasetmedar Gunay Kubîlay jî parastin kir got: "Ger hûn ê berdana me di ber çavan re derbas bikin em biaxivin. Lê divê hûn nirxandineke objektîf bikin. Birêz serok îdiaya herî mezin a der barê me de banga MYK'ê bû. Min li banga MYK'ê mê ze kir. Bi rastî jî em li pêş mêze dikin nabe, em li paş mêze dikin nabe. Hûn bi çi awayî li bangê mêze dikin bikin, lê di navbera bûyeran de têkiliyeke sedem-encamê tune ye. Tu palpişteke hiqûqî ya dozger beg tune ye. Nexwe hûn çima me radigirin?"    Meryem Adibbellî jî di parastina xwe ya bi kurdî de bilêv kir ku mutalaa li gor pêşaniyên siyasî û polîtîk hatiye amadekirin û got ku tu beramberiyeke wê ya hiqûqî tune ye.    Pervîn Odûncû jî got: "Em baş dizanin dê biryar, biryareke siyasî be."    Herî dawî jî siyasetmedar Zeynep Olbecî parastina xwe bi kurdî kir. Olbeciyê got: "Heya niha we der barê me de delîleke şênber nedîtiye, ma hûn ê ji niha û pê ve bibînin?"   Piştî parastina parêzerên siyasetmedarên girtî, heyeta dadgehê danişînê taloqî 13'ê Mijdarê kir.