Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin 2023-11-10 19:54:26       ŞIRNEX- Cenazeyê endamê HPG’ê Abdulselam Ogûz piştî 27 salan radestî malbatê hate kirin.   Li herêma Besta ya Şirnexê di 30'yê Tebaxa 2021’ê de di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de pêvçûnek rû dabû. Di pêvçûnê de endamê HPG’ê Abdulselam Ogûz (Zinar Sorî) jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ogûz ji bo ku cenaze wergire, ji bo DNA'yê xwîn dabû. Lê cenazeyê Ogûz, berî eşkerebûna encama DNA'yê li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin.    Dozgerî piştî 27 mehan îro telefonî malbatê kir, ji bo radestkirina cenaze. Piştî vê malbat ji Hezexê çû Şirnexê û cenazeyê Ogûz wergirt.   Cenazeyê Ogûz piştî wecîbeyên olî li navçeya Hezexê li Goristana Şêxhesen bi beşdariya bi sedan kesî hat definkirin.