ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-11 09:00:31 * Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku ji bo şerê li Kurdistanê bi dawî bibe divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    * Rêveberiya qeyûm ku Şaredariya Qoserê di bin deynan de hiştiye, ji bo konteynerên çopê diyar kir ku "aboriya şaredariyê kêm e", lê karê temamkirina projeya midûriyeta polîsan xist stuyê şaredariyê.    * Wezareta Karên Navxweyî, doza tazmînatê li malbata Ejder Ecer ê HPG'î ku di sala 2016'an de çalakî li dar xistibû, kiribû. Doza tazmînatê ji aliyê dadgeha Îstinafê ve hat redkirin.    * AYM'ê daxwaza ji bo betalkirina "Qanûna Sansurê" red kiribû. Hevdîroketorê MLSA'yê Bariş Altintaş ku biryara AYM'ê nirxand, got: "Dewleta hiqûqê ji holê rabû û daraz bi temamî ketiye destê zilamekî." Serokê Giştî yê DÎSK BAsin-ÎŞ'ê Farûk Eren jî got: "Tevî hemû zextan jî rojnamevan bêdeng nabin."    * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" nivîskar Pakrat Estûkyan diyar kir ku meseleya kurd dê bi polîtîkayên qirkirinê nedome û got ku deklarasyon ji bo çareseriyê gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake."    * Rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş bertek nîşanî hedefgirtina mamosteya kurdî Mizgîn Yalçin da ku li navçeya Farqînê ya Amedê waneyên kurdî dide, û got ku ew li pişt Mamoste Mizgînê ne, ew neheqiya li wê tê kirin qebûl nakin.   * Çalakger Zarmîna Paryanî ya piştî Talîban Efxanistan bi dest xist, ji bo parastina mafên jinan tev li çalakiyan bûye, hat girtin û rastî îşkenceyê hatiye got: “Dewletên cîhanê Efxanistan teslîmî Talîban kirin. Îro em ne tenê li dijî Telîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin.”   * Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel destnîşan kir ku “cezayên disîplînê” yên didin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derveyî hiqûqê ne û got: “Divê hiqûqnas fêm bikin ku heya rewşa li Îmraliyê çareser nebe, li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nabin.”   * Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HEDEP'ê têkildarî hilbijartinên herêmî wê li navenda partiyê konferanseke jinan li dar bixe. (09.30) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin dê çalakiya xwe ya 972’yemîn a her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin pêk bînin. (12.00)   * ÎHD, dê li gelek bajaran ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Çalakiya Malbatên Windakiriyan a “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê berdewam bike. (12.00)    * Li Enqere û Stenbolê têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê çalakî bên kirin. (13.00)   * Rêxistina HEDEP’a Amedê dê têkildarî kongreyê li avahiya xwe ya bajêr daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)   * Starta Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku di pêşengtiya Organîzasyona Sanatça û KESK’ê de bê lidarxistin dê bi daxuyaniyeke li Kolana Hunerê bê lidarxistin were dayîn (16.00)    * Merasîma Xelatan a Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê pêk were. (18.30)