Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye 2023-11-11 16:52:01 ÎZMÎR - Cemal Tanhan piştî ji hepsê hat berdan,  felc bû û rewşa wî giran bû. Keça wî Ayşe Tanhan diyar kir ku bijîşkan jê re gotiye şansê jiyankirina bavê wê ji sedî deh e.  Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê 68 salî li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê girtî bû. Ji ber ku ew nexweş bû di 6’ê mijdarê de biryara berdana wî hat dayîn û li nexweşxaneyê wî hildan tedawiyê. Hat diyarkirin ku Tanhan bi penceşêrê ketiye û di merhaleya 4’emîn  de ye.    Tanhan 30 sal in di girtîgehê de bû û di 23’ê cotmehê de felc dibe û wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bolûyê. Ji vir jî di 27’ê cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê dikin. Serlêdana ji bo berdana wî hat qebûlkirin û tedawiya Tanhan li nexweşxaneyê dewam dike.    Ayşe Tanhan li nexweşxaneyê li bavê xwe dinêre. Tanhan der barê hevdîtina herî dawî ya bi bijîşkan re agahî da û got: “Bijîşkan got ku penceşêr xwe berdane hestiyên bavê min. Ji ber ku zatûre bûye jî kezeba wî av girtiye. Ji ber rewşa bavê min giran e, tedawî nayê sepandin. Bijîşk ji me re got, ‘ji sedî deh şansê jiyankirina bavê te maye’. Şiûra wî li cih e lê bertek nade me. Canê wî pir diêşe. Her çiqas me berê serlêdan kir jî lê bavê min bernedan. Heta ku rewşa wî xera bû hê jî biryara berdanê dan.”