ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-12 09:00:10   * Şaredariya Şirnexê ya AKP'ê ji bo bîrdariya 100’emîn a komarê ku daye çêkirin 950 milyar pere xerc kiriye. Şaredariya ku li şûna xizmeta gel bike li gelek noqteyên din ê bajêr jî bîrdariyên cuda çikandine.    * Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya OHD'ê Parêzer Mûhîttîn Mûgûç ku bal kişand ser rengvedanên civakî û hiqûqî yên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, got ku ew armanc dikin ku bi "Bultena Tecrîdê" der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê bikin.    * Hevseroka MED TÛHAD FED'ê Emîne Kaya ji bo Meşa Gemlîkê bang li hêzên demokrasiyê kir got: "Em yeqîn dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bihevre veke."    * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" lîstikvan Orhan Alkaya destnîşan kir ku divê kesên aştîxwaz xwedî li vê deklarasyonê derkevin.    * Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî, bal kişand ser tenduristiya bavê xwe û got: "Kîstê di gurçikên wî de dîsa çêbû. Divê bê emeliyatkirin."    * Mehmet Alî Gunduz ê li navçeya Nûrheqê dijî, ji ber ku her kesî nas dike û hemû qewimînên li navçeyê dizanî, wekî bîra zindî ya navçeyê ye.    * Şerafettîn Demîr li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û di nameya şandî de wiha got: “Ji ber ku di nameyeke xwe de min navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn, Hz. Zeynep, Yezîd û Fîrewn’ bi kar anîne, derheqê min de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.”   * HEDEP dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya ÎMO’yê Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * DBP dê 6’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar bixe. (10.00)   * Rêxistina HEDEP’a Stenbolê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Tulay Hatîmogûllari li Navenda Pêşengehan a Yahya Kemal Beyatli 2’yemîn Kongreya Awarte li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Gerok Ma dê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê de li Parka Botaşê atolyeya zarokan li dar bixe. Li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek jî dê dîwana dengbêjan û defîleya cil û bergên kurdî bê lidarxistin. (11.00-18.00)   * Hewldana 78'an dê têkildarî rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Rêxistinên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên wê dê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Hezexê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Meclisên Jinan ên KCDP’ê dê bi dirûşma “Ji bo laîktî û azadiyê jin di meşê de tên ba hev” li Qada Kartalê mitîngê li dar bixin. (14.00)