Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke 2023-11-12 09:02:02 AMED - Hevseroka MED TÛHAD FED'ê Emîne Kaya ji bo Meşa Gemlîkê bang li hêzên demokrasiyê kir û got: "Em yeqîn dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bihevre veke."  Li Stenbolê 78 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de bi navê "Banga Aştiyê" deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Her wiha li Amedê jî partiyên siyasî û komele jî di nav de nêzî 200 sazî bi navê "Ji niha ber bi pêşerojê ve banga aştiyê" deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Di vê deklerasyonê de daxwazên wekî bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene. Ji îmzevanên deklerasyona ku li Amedê hat ragihandin Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) Emîne Kaya, ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê kirin bang kir û got: "Ev meş dê rê li ber pêkvejiyanê veke."    Hevseroka MED TÛHAD FED Emîne Kaya   RENGVEDANÊN TECRÎDÊ   Kaya, anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û bêhiqûqîtiyên li wir li hemû girtîgehan belav bûne û êdî malbat jî rastî tecrîdê tên. Kaya, got: "Girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan. Hema bibêje tu girtî ne li bajarê xwe ne. Dayikeke ji bo du zarokên xwe bibîne ji seriyekî welêt diçe seriyekî din. Du rojan rê diçe lê yekî tenê dibîne û yê din nabîne. Ma ev ne tecrîd e? Lewma ev tecrîd hem li ser girtiyan hem jî li ser malbatan tê sepandin. Dermankirina bi awayekî destkelemçekirî û lêgerîna li hundirê dev tê kirin. Hin girtî hene divê bên berdan, lê nayên berdan. Nexwe tecrîd heye."    Kaya, destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku girtiyan ji civakê qut bike û got ku neberdana Gultan Kişanakê jî rengvedana polîtîkaya tecrîdê ye.    ‘EM GEL DIVÊ ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN'   Bi domdarî Kaya bilêv kir ku hindi maye dewlet serobin bibe û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku serobin nebe, me deklerasyona 'Banga azadiyê' îmze kir. Belê, gelek mexdûriyet û pirgsirêk rû dan lê me rêxistinên civaka sivîl got ku ji xeynî çareseriyê tu çareyeke me tune ye. Madem ev yek bandorê li me dike, nexwe divê em gel çareseriya vê biafirînin. Lewma me îmzeya xwe danî bin deklerasyonê."    ‘PÊWENDIYA DI NAVBERA GEL Û OCALAN DE TU CARÎ QUT NEBÛ'   Kaya, bilêv kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: "Bêyî birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê ne pêkan e. Ji lew re gel birêz Abdullah Ocalan wekî muxatab dibîne."    BANGA JI BO MEŞA GEMLÎKÊ   Kaya, ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê lidarxistin jî bang kir û got: "Em hemû rêxistinên civaka sivîl, kesên doza çareseriyê dikin û kesên aştîxwaz vedixwînin Meşa Gemlîkê. Em bawer dikin ku dê ev jî ji bo çareseriyê destpêkek be. Em bawer dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Gelê tirk jî tim behsa 'Biratiyê' dike. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bihevre veke."    MA/ Eylem Akdag