Bûye bîra Nûrheqê 2023-11-12 09:18:04   MEREŞ - Mehmet Alî Gunduz ê li navçeya Nûrheqê dijî, ji ber ku her kesî nas dike û hemû qewimînên li navçeyê dizanî, wekî bîra zindî ya navçeyê ye.    Navçeya Nûrheq a Mereşê ku navê xwe ji Çiyayê Nûrheqê girtiye, malovaniya gelek nasname û baweriyan kiriye. Mehmet Alî Gunduz ku malbata wî 400 sal berê ji Erzinganê koçî Nûrheqê kiriye, di 88 salên jiyana xwe de bûye şahidê gelek qewimînên li navçeyê. Gunduz ku ji aliyê şêniyên Nûrheqê ve wekî "karmendê nifûsê yê binig" tê naskirin, malbatên li navçeyê, eşîrên wan û warê eşîran hemûyan dizane. Her wiha Gunduz şahidê pêvajoyên siyasî yên Nûrheqê ye jî. Gunduz, di nava gel de wekî Apê Mehmet Alî tê naskirin. Gunduz ku ji elewiyên tirkmen ên Xoresanê ye, di sala 1935'an de li Nûrheqê hatiye dinê. Gunduz ku li Mêrsîn, Hatay, Osmaniye, Meletî û Elbistanê 30 salan çawîştiya emeleyan kiriye, gelê Nûrheqê di vê pêvajoyê de nas kiriye. Gunduz ji xeynî havînan qet ji Nûrheqê neçûye, li vir nêzî 7 salan aşxaneyek jî bi rê ve biriye. Gunduz di sala 1990'î de teqawid bûye û piştî vê tim li vir maye. Ji roja teqawid bûye heya niha, kesên tên Nûrheqê û dixwazin hin titşan hîn bibin ewilî diçin cem wî.    GUND BI GUND, NAVÇE BI NAVÇE...   Gunduz anî ziman ku li Nûrheqê 129 pşanv hene û ev agahî parve kirin: "Berê 119 paşnav hebûn, lê 10'an jê paşnavê xwe guherand. Ew jî tên bîra min. Ev paşnav 33 ezbet in û ez dizanim ka ji ku hatine. Em malbata Gunduz ji Kemaha Erzinganê hatine. Egîlmez ji gundê Savran ê Glbaşiyê ne. Guvercîn û Azîz ji gundê Helete yê Golbaşiyê û Çaglayancerîtê ya Duzbagiyê hatine. Xidir hene, ew jî ji gundê Balgar ê Glbaşoya Semsûrê hatineê. Şahîn ji Goksûn Karadûtê koçî vir kirine. Dogan, ji Karahoyuka Elbistanê hatine. Çakir û Çadir, ji gundê Çataltepe yê Golbaşiyê hatine. POlat ji gundê Ozcanli yê Elbistanê hatine û berê navê gund Karaçar bûye. Zengîn jî yoruk in. Ev koçer bûn. Paşê konên xwe li vir vedan."    SÎNAN CEMGÎL Û HEVALÊN WÎ   Gundê ku qetilkirina Sînan Cemgîl û hevalên wî ku ji kesên girîng ên nifşê 68'an e û di 31'ê Gulana 1971'ê de hat qetilkirin jî tê bîra wî û got: "Ew li gundê Azapli yê Golbaşiyê hatin kuştin. Sînan ne feqîr bû, ne birçî bû, pergalê nedieciband. Xwest pergalê biguherîne. Lê dewletê jî bi qeterehmî tevgeriya. Ew kuştin. Gundiyên çiyayî yên vir, şivan û kî nan dabe Sînan û hevalên wî hatin girtin û îşkencekirin. Ji her kesî re gotin 'tu teror î'. Em eciqandin."    KOMKUJIYA MEREŞÊ   Gunduz bilêv kir ku di pêvajoya Komkujiya Mereşê de 136 welatî hatine qetilkirin û ji wan 5 jê ji Nûrheqê bûne. Gunduz, got: "136 kes hatin qetilkirin, lê belkî zêdetir be jî. Hemûyan bi îşkenceyê qetilkirin. Piraniya mirovan koç kir. Her yek ji wan li cihekî mir. Li vir 'dibêjin kurd, elewî' û me reş dikin."    CIWAN KOÇ DIKIN   Gunduz, anî ziman ku pêvajoya 12'ê Îlonê jî pir bandor li wan kiriye û got ku wê demê jî hatiye xwestin ku gelê Nûrheqê bê tepisandin û tahde li wan hatiye kirin. Gunduz, bilêv kir ku di demên dawî de gelek kes ji Nûrheqê koç dikin û got: "Em Bektaşî ne. Min li vir du cemxxane çêkirin, bi alîkariyan. Li navenda bajêr rêjeya sûc ji sedî sifir e hema bibêje. Em hewl didin li vir çanda elewîtiyê bi ruh û can bikin. Îsal 2 cemxaneyên me di erdhejêd e rûxiyan. Berê nifûs li dor 20 hezarî bû. Lê bi erdhejê re belawela bû. Beriya erdhejî jî koç dikirin, lê piştî erdhejê bêtir koç dikin. Em niha kêm bûne. Tu diçû çarşiyê, kes tune ye. Lê em 10 malbat jî bimînin dê çanda me bidome."    MA / Ceylan Şahînlî