Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê 2023-11-12 14:55:44   ŞIRNEX - Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Hezexê, li Şirnexê daxuyanî hat dayîn û qeyûm hat protestokirin. Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP’ê Nafya Geçgel got ku dê gel di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide û qeyûm ji ku hatibin dîsa dê bişînin wê derê.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Hezexê li pêşiya avahiyê partiyê yê navçeyê kom bû. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên navçe û navendê yên HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên meclisa şaredariyê tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêran e" hate vekirin û endama Meclisa Şaredariya Hezexê Nafya Geçgel axivî.   ‘JI KU HATIBIN DÊ DÎSA VEGERIN WÊ DERÊ'   Geçgel, bi bîr xist ku 4 sal beriya bi niha qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin û wiha got: “Desthilata ku her tim behsa wekhevî, demokrasi û edaletê dike li pêşberî çavên her kesî li şaredariya me qeyûm tayîn kir. Lê belê bila bê zanîn ku em duh jî li vir bûn, îro jî li vir in. Hilbijartinên herêmî nêz dibin, dê gelê me dîsa bersiva pêwîst bide. Ev 4 sal in ku pirsgirêka rê û avê ya vî bajarî nehatiye çareserkirin û jinedîtî nêzî pirsgirêkan bûn. Ev qeyûm ji ku hatibin em ê bi gelê xwe re wan bişînin wê derê."   ‘KANÛNÊN XWE NAS NAKIN’   Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen jî da zanîn ku desthilata AKP’ê bi darê zorê dest danî ser vîna gel û wiha pê de çû: “Hilbijartin ji bo ku gel vîna xwe eşkere bike tên kirin. Lê belê ev desthilat qanûnên xwe jî nas nake. Neheqî û diziyên ku hatine kirin li ber çavan in. Qeyûmê xwe ji peywirê girtin. Ji ber ku têkiliyên wan ên qirêjî li holê ne. Bedela wê çi bibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Li pêşiya me hilbijartineke herêmî heye û em ê vîna xwe bi tu awayî teslîm nekin.”