Amedsporê li deplasmanê pûanek stand 2023-11-12 16:53:24   AMED - Di maça deplasmanê ya bi 24 Erzîncansporê re Amedsporê pûanek wergirt.    Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor di hefteya 13’emîn a lîgê de li deplasmanê bi 24 Erzîncansporê re lîst.    Di maçê de her du tîman jî çi gol neavêtin, maç beranber xelas bû û her du tîman puanek stand. Bi vê yekê re puanên Amedsporê bûn 30. 24 Erzîncanspor jî puanên xwe kir 23 û di lîgê de rêza xwe ya 25’an parast.    Amedspor heta niha jî di tu maçan de têk neçûye. Di navbera wê û tîma duyemîn a lîgê Isparta 32 Sporê de tenê 3 pûan ferq heye.    Amedspor dê hefteya pêş jî bi Fethiyesporê re bilîze.