Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn 2023-11-12 18:28:11   ŞIRNEX - Li Şirnexê di şewata ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da û sê zarok jî bi giranî birîndar bûn. Li taxa Cumhuriyet a girêdayî Şirnexê îro dane nîvro di avahiyeke TOKÎ’yê de bi sedemeke nediyar şewat derket. Li gel pêhesandina derdorê tîmên agirkujiyê û tenduristiyè sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di şewata ku derketî de zarokê bi navê Hozan T.( 14) cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Zarokên bi navê Ûmît K. (15), Kenan Y.( 12) û Enes U. (14) jî bi giranî birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her sê zarokên ku rewşa wan girane bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Rihayê hatin kirin.