Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng 2023-11-13 09:08:48   WAN - Li Wanê peyarêya ku qeyûm çênekiriye û esnaf jî ji ber xezeba pereyan girtiye; ji bo astengdaran dibe asteng.Astengdarên ku rêya wan hate girtin di malên xwe de hatin hepiskirin.   Li Wanê Şaredariya ku di destê qeyûm de ye, xaçirêkên bi kertik ên ji bo astengdaran ku li ser peyarêyan hatine avakirin, êdî tev xera bûne û astengdar nikarin wan bikar bînin. Li gelek kolanên bajêr ev xaçirêkên astengdaran tev xerabûne û xizmeta astengdaran nake. Li ser hin xaçirêkên astengdaran hesinên ceyran û xaza xwezayî heye. Li şûna ji astengdaran re bibe alîkar, li pêş astengdaran dibe asteng. Li hin cihan jî esnafan rê girtiye û astengiyek din li pêş astengan ava dibe.    Gelek rêyên kaş êdî ji ber xera bûne nayên bikar anîn. An bi betonê hatine girtin, an jî bi keviran hatine girtin. Qeyûmên ku şaredariyê bi rêve dibe ji ber van rêyên xerabe restore nake û rêya astengdaran tamîr nake, astengdar di malên xwe de tên hepiskirin.    Li kolana Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê, esnafê bi navê M.Ç. bi qaseyên fekî ser xaçirêka peyarêyan girtiye. Dema me ji M.Ç. pirsa te çima ser rêya astengdaran girtiye pirsî, got: "Yekem car me wisa girt, tu di demek asayî de bê tu tucarî vê rêyê wisa girtî nabîne. Di rewşê asayî de em qaseyan datînin ser peyarêyê, lê em danînin ser xaçirêkên kertikî yên astengdaran. Îro mandalîn zêde hatin me qase danî ser peyarêyê. Dîmen nekişîne em ê rakin." ‘XEZEBA PEREYAN' KOR DIKE     Li ser heman kolanê esnafê bi navê E.G. ku alav û amûrên biçûk ên malê difiroşe jî bi amûran ser kaçirêka astengdaran girtiye û li pêş astengdaran dibe asteng. Dema me heman pirs ji wî jî pirsî, bi van gotinan parastina xwe kir: "Em rê digirin. Ji ber ku em alavan datînin wir. Dema mirov wan amûran dibîne tên dikirin. Ez dizanim dibe asteng, lê divê ez qezenç bikim. Tenê ji bo ez bifiroşim ez alavan datînim ser peyarêyê. Xezema pereyan mirovan kor dike."    Astengdarê bi navê Alî Bîlen ku em rastî wî hatin jî nerazibûnên xwe bi van gotinan anî ziman: "Tevî hemû astengiyan ez dixwazim bigerim. Ez ji gerê hez dikim. Mixabin her kes tenê li xwe difikire. Kes li kesî nafikire. Kesên astengdar wekî ên din tên dîtin. Kes hesabê wan nake."      Bîlen anî ziman ku ji bo astengî bên rakirin pêwiste bêtir têkoşîn pêş bikeve û wiha axivî: "Mirov dikare bi perwerdehî û bangan van pirsgirêkan çareser bike. Divê mirov qala wate û girîngiya van xetên zer ên kertik bike. Eger her kes karê xwe li gorî rêgez û pîvanan bike pirsgirêk nabîne. Eger kes rê asteng neke û qeyûm jî rêya çêke, dê astengdar karibin derkevin kolanan. Asteng dê li pêş me nebînin. Li welatê me ji sedî 12 astengdar in. Lê li Meclisê ji sedî 2 kesên nûnertiya astengdaran dike tune ye. Mafê nûnertiya me jî ji bo me zêde dibînin.    Em di otobusên şaredariyê de jî zor û zahmetiyan dijîn. Bi salan e em di otobusan de pergala bi deng dixwazin. Di encama hawldan û têkoşîna me de di hin otobusan de pergala bi deng ava kirin. Ji ber pergala bi deng di gelek otobusan de tune, em nikarin sûdê ji wan bigirin. Ji ber ev pergala deng tune em nizanin li kijan rawestgehê rawestin. Hin ajokarên otobusan jî mirovên astengdar suyar nakin. Ev nêzîkatiyek li dijî mirovahiyê ye."    MA / Bêrîvan Kûtlû