Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin 2023-11-13 10:38:30   AGIRÎ - Li Agiriyê amadekariyên “Meşa Azadiyê” didomin. Welatiyên tev li civînên gel bûn, diyar kirin ku dê di 18’ê mijdarê de li Gemlîkê bin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 32 meh in agahî nayê girtin û “tecrîda teqez” didome. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî gelek caran bêhincet tên astengkirin. Di pêşengtiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştavaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) dê di 18’ê mijdarê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Serhedê bi tevlibûneke zêde civînên gel pêk tên. Welatiyên li navenda bajar û navçeyên Bazîd û Panosê tev li civînên gel bûn, ji bo meşa dê di 18’ê mijdarê de pêk were bang kirin.    ‘EM JI BO AZADIYAN GELAN TEV LI MEŞÊ BIBIN’    Necdet Ayna diyar kir ku di kesayeta Abdullah Ocalan de hemû kurd tên tecrîdkirin û wiha got: “Ji bo ku gelê me tecrîdê rake divê rabe ser piyan. Divê herkes vê bizane ku heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, tecrîda li ser neyê rakirin ne gelê kurd, ne jî jin û ciwanên kurd azad nabin. Meşa tê lidarxistin ne tenê ji bo azadiya birêz Ocalan e, ji bo azadiya hemû gelên di bin zilmê de ne tê kirin. Ji bo azadiya gelan divê herkes tevkariyê li meşê bike.”   Mehmet Salîh Çalboga jî bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina gelê kurd û wiha got: “Gelê kurd bi berxwedanê divê vê tecrîdê rake. Gelê kurd dê bi meşa ku di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin re divê ji tecrîdê re bibe bersiv û hebûna gelê kurd nîşanî desthilatê bide.”   ‘JI BO MIROVÊN DÎL TÊN GIRTIN…’    Hîkmet Adiguzel ê tecrîd weke “zilmê” nirxand, anî ziman ku ziman, nasname û hebûna gelê kurd bi salan e di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Xwediyê kîjan fikrê be bila bibe divê mirovek ji bo fikra xwe bibêje azad be. Dema me hebûna gelê kurd anî ziman em şandin zindanê, îşkence kirin lê me paş ve gav neavêt. Ev tecrîd zilm e, heqaret e, îşkence ye. Di çar pirtûkên mezin de zilm nîne. Divê gelê kurd ji van îşkenceyan re deng derxînin. Ocalan, vîna gel e û divê ev tecrîd bê rakirin. Divê em ne tenê ji bo azadiya Ocalan ji bo her hevalê/a xwe yê belasebeb avêtine girtîgehê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin.”   Mahmût Donder jî wiha got: “Heke serhildanek, berxwedanek çênebe em nikarin tu serkeftinan bi dest bixin.” Alî Keskîn jî bal kişand ser paradigmaya Abdullah Ocalan a gerdûnî bûyî. Keskîn, anî ziman ku paradigmaya Ocalan aştî û demokrasî anî û wiha got: “Şerte ku azadiya Ocalan û hevdîtina pê re bê kirin. Ji ber ku Ocalan ji bo hemû mirovahiyê aştiyê diparêze û serokekî ku tarîtî ronî kiriye. Divê herkes tev li meşa dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin bibe. Ji bo azadiya Ocalan divê tevlibûn çêbibe.”   Bediuzaman Ozbe jî bi lêv kir ku weke jinan dê parastina aştî û xwişk û biratiyê bidomînin û wiha axivî: “Bila ne zarokên me ne jî zarokên din jiyana xwe ji dest bidin. Divê tecrîd rabe û rêya aştiyê were vekirin. Divê herkes ji bo nirx û têkoşîna xwe li qadan be.”   ‘EM JI BO OCALAN Ê KURD BI DINYAYÊ DA NASÎN LI GEMLÎKÊ BIN’              Dîlaver Anikli jî destnîşan kir ku tecrîda di kesayeta Ocalan de berdewam dike sûcê mirovahiyê ye û zilm e û anî ziman ku gelê kurd gelekî zana ye dê ne ji tecrîdê ne jî ji zilmê re serî tewîne. Anikli, wiha berdewam kir: “Çawa ku tiştên Saddam kirin jê re neman dê ji bo van jî dewran bizivire. Divê herkesên xwedî wijdan tev li meşê bibe. Divê gelê kurd bi awayekî xurt tev li bibe ji ber ku ji bo her tiştî em deyndarên birêz Ocalan in û wî em bi dinyayê dan nasîn. Ji ber vê yekê em bi xwedî derketinê û têkoşîna bi rêxistinî di 18’ê mijdarê de li Gemlîkê bibin.”