Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an 2023-11-14 09:08:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara zarokên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê de hatine qetilkirin derket 4 hezar û 630’an.    Ji 7’ê cotmehê heta niha êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê bênavber didomin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de 198 xebatkarên tenduristiyê, 21 xebatkarên parastina sivîl û 51 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hejmara kesên di encama êrişên ser Şirîda Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn jî derket 11 hezar û 240 kesan. Hat ragihandin ku hejmara zarokên di êrişan de hatine qetilkirin derket 4 hezar û 630’an û ya jinan jî derket 3 hezar û 130’an.    Di heman demê de bi hezaran kes jî winda ne û tê gotin ku piraniya wan di bin kavilên avahiyên hatine hilweşandin de ne.