Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan 2023-11-14 09:09:41   AMED - Ji ber kar û barên siyasî doz li endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç hatibû birîn. Di dozê de biryara beraetê hat dayîn û hat destnîşankirin ku îtibar bi beyanên şahidan nehatiye kirin û delîl divê xwe bisipêrin îspatkirinekê.    Li endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn Mehmet Şîrîn Tûnç ku di sala 1999'an de bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê, ji ber kar û barên wî yên siyasî yên dema ku Cîgirê Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Lê dadgehê der barê Tûnç de biryara beraetê da.    Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê, hinceta xwe ya ji bo biryara beraetê eşkere kir. Dadgehê destnîşan kir ku îtibar bi beyanên şahidan nehatiye kirin û delîl divê xwe bisipêrin îspatkirinekê.    Dadgehê di hinceta biryarê de îşaret pê kir ku Tûnç di sala 2011-2013'an de Tûnç 34 caran ketiye avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û tev li Lijneya Giştî ya KCD'ê ku tê de Xweseriya Demokratîk hatiye ragihandin û di sala 2012'an de jî navê wî di lîsteya yên dê di nava KCD'ê de cih bigirin hebûye. Dadgehê destnîşan kir ku ev xal nayên wateya ku pêwendiyeke organîk a Tûnç bi KCD'ê re heye.    Her wiha dadgehê di biryara xwe de cih da îfadeyên kesên bi navê Ş.E. û H.Ş. ku Tûnç li Akademiya Siyasetê perwerdehî daye. Dadgehê di hinceta biryarê de destnîşan kir ku îfadeyên şahidan bi delîline din nehatine piştrastkirin û ji ber vê îtibar bi beyanên wan nayê kirin.