86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin 2023-11-14 09:38:18 DÊRSIM - Cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî ku hatin bidarvekirin, 86 sal in nayê zanîn. Neviya Seyîd Riza, Zelîha Polat got: “Gorek ku em ê çeraxên xwe li serê vêxin nîne.”    Bi ser darvekirina rêberên berxwedana Dêrsimê, Seyîd Riza û hevalên xwe Uşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê İvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa, Resîk Uşen 86 sal derbas bûn. Dewlet ji bo hevdîtinê gazî Seyîd Riza dike û wî vedixwîne Erzînganê. Seyîd Riza di 5’ê îlona 1937’an ve dema diçe Erzînganê bi rê ve tê binçavkirin û girtin. Seyîd Riza û hevalên xwe di 15’ê Mijdara 1937’an de li Meydana Bugday a Xarpêtê di encama dadgehek derqanûnî de ku di bin fermana Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê ji Enqereyê hatibûye şandin ve, tên bidarvekirin. Cenazeyê Seyîd Riza û hevalên wî li cihekî ku kes nizane hatiye veşartin.    Dema ku Seyîd Riza tê binçavkirin hê li Dêrsîmê serhildanê berdewam kiriye. Serî rakirina Seyîd Riza wek Serhildana Dêrsimê jî tê zanîn.    TEMENÊ WÎ HATIYE MEZINKIRIN Û BIDARVEKIRIN    Tê diyarkirin ku wê serdemê temenê zarokan mezin kirine û cezayê mirinê yê mezinan nehatiye înfazkirin û Seyîd Riza yê 74 salî temenê wî hatiye biçûkkirin. Lawê wî Resîk Huseyîn hê 16 salî bûye temenê wî hatiye mezinkirin û bidarvekirin. Her wiha Seyîd Riza tevî ku dibêje, “Min beriya lawê min daliqînin” jî lê Resîk Huseyîn li ber çavê bavê xwe Seyîd Riza tê bidarvekirin. Paşê jî Seyîd Riza tê bidarvekirin.    Tevî ku 86 sal bi ser darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re derbas bûye jî hê jî cihê gorên wan nayê zanîn û tevî hemû bang û serlêdanan jî ew cih nayê eşkerekirin. Neviya Seyîd Riza, Zelîha Polat anî ziman ku 86 sal in cihê gora kalikê wê û hevalên wî nayê eşkerekirin.    'MIRIYÊN ME JÎ REHET BERNADIN’    Zelîha Polat destnîşan kir ku hem cihê gorên wan berê nayê gotin hem jî gorên li gundê Axdadê yê bi ser navçeya Pulura Dêrsimê ve tên rûxandin û got: “Cihên gorên me yên berê nabêjin û gorên me ye nû jî xera dikin. Sala par bi dozeran ketin nava gorên me û xera kirin. Divê dest nedin gorên me lê vaye xera dikin. Nahêlin ku miriyên me jî di gorên xwe de rehet rakevin.”    'GOREK ME KU EM Ê LI SERÊ ÇERAXÊN VÊXIN NÎNE’    Polat anî ziman ku şûna gora kalikê wê Seyîd Riza nayê eşkerekirin û wiha axivî: “Her çiqas em ji bo cihê gorê serlêdan dikin jî lê serlêdanên me bêbersiv tên hiştin. Ez fêm nakim ku çima cihê gora kalikê min nabêjin. Gora her mirovekî, goristanên her miletekî hene. Gorên me nirxên me ne. Gelo çima cihên gorên her kesî diyar in, çima yên me ne diyar in? Heke gora kalikê min hebûya em ê jî biçûna ser gorê û li ser gora wî çeraxan vêxista. Ji me re dibêjin, ‘naxêr hûn nikarin biçin ser gorê û çeraxê vêxin’. Dîrokê di her mijarê me mafdar derxist. Em wek malbatê xwedî wî mafî ne ku cihê gora kalikê me hebe û were zanîn. Av û axa me serûbin dikin û dixwazin navê me ji wir were paqijkirin. Halbûkî em mirovên aştîxwaz in, em alîgirên edalet, maf û hiqûqê ne. Tiştek ku wê ji vê bê tirsandin nîne. Çima hûn cihê gora me nabêjin? Êdî bila cihê gorek me hebe.”    MA / Mujdat Can