Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî' 2023-11-14 12:04:22 WAN - Rejîma Îranê der barê Farshid Hassanzahi û Jamshid Hassanzahi ku tev li çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî bûbûn û hatibûn girtin, biryara cezayê darvekirinê da.    Piştî ku Jîna Emînî ji hêla hêzên Îrşadê di 16’ê îlona 2022’an de hate qetilkirin, li seranserê Îranê çalakiyên “Jin jiyan azadî" hatibûn destpêkirin. Der barê du çalakgerên ku tev li van çalakiyan bûbûn de, biryara cezayê darvekirinê hate dayîn.   Çalakgerên Belûcî Farshid Hassanzahi (25) û Jamshid Hassanzahi (29) dema çalakî dom dikirin, di 25 Mijdara 2022’yan de, hatin binçavkirin.    Her du kesên hatine binçavkirin di dema binçavkirinê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabûn û ji mafên xwe yên parêzeran jî bêpar hatibûn hiştin. Di danişîna li ser înternetê ya li Dadgeha Zahedanê de hatiye lidarxistin de, der barê her du girtiyan de biryara darvekirinê hat dayîn.