Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye 2023-11-14 15:16:00   EDENE - Di danişîna doza 3 polîsên têkildarî cînayeta pitikê bi navê Tevrîz Dora ku dema di hembêza dayika xwe de gule bi serî ket tên darizandin de vê carê jî ji bo dîmenên ku beriya niha şandibûn dadgehê gotin “kamera xerabe” ye.    Danişîna doza polîsên bi navê A.U û O.G. û S.T yên têkildarî mirina Tevrîz Dora yê 3 sal û nîv ku di dema çalakiya Komkujiya Enqereyê ya 11’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê di hembêza dayika xwe Kamîle Dora de bû di encama guleyeke li serê wî ket de jiyana xwe ji dest da, dewam kir. Danişîna sêyemîn a polîsên bi sûcdariya “kuştina bi qestî” û “birîndarkirinê” tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê tê lidarxistin.   Di danişînê de ji polîsên bersûc A.U. û O.G. dayik û bavê pitik Tevrîz ê hate kuştin Kamîle û Azem Dora û parêzerên aliyan amade bûn.    POLÎSÊ BERSÛC: WESAYÎT NÛ HATIBÛN   Di danişîna ku şahid hatin guhdarkirin de, yek ji polîsên şahid diyar kir ku roja bûyerê ji bo perwerdehiyê li Şirnexê bû. Di danişînê de tevî hatibû ragihandin ku qeydên kamerayê yên têkildarî saeta bûyerê ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Edeneyê ve hatine şandin jî hate fêmkirin ku dîmen nehatine şandin.    Parêzera Malbata Dora Yasemîn Dora Şeker a li ser neşandina rapora têkildarî qeydên kamerayê sekinî, anî ziman ku girteka ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin ku kameraya wesayîta zirxî ya li cihê bûyerê xerabe ye, bi armanca “ji holê rakirina delîlan” e. Şeker di berdewama parastina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ku ev belge were lêkolînkirin. Ev girtek ne ye bi bawer e, tevî ku wesayît nû ye jî girtek hatiye girtin ku bi taybetî şeva bûyerê xerabe ye û naxebite.” Di vê navberê de yek ji polîsên bersûc A.U. bêyî ku mafê axaftinê bigire wiha got: “Ew wesayît nû hatibûn. Pergalên kamerayê nehatibûne entegre kirin.”   ‘NÎŞANEYA JI HOLÊ RAKIRINA DELÎLAN E’    Parêzer Şeker a axaftina xwe domand, wiha got: “Girtina girtekê ya şeva bûyerê têkildarî xerabebûna kamerayan de hatiye girtin nîşaneya ji holê rakirina delîlan e. Kesê wê kesê girtek girtî delîl ji holê rakirine. Em dixwazin ev belge bê lêkolînkirin û heke delîl ji holê hatibin rakirin tişta pêwîst bêkirin. Di vî warî de dixwazin hem gilî bikin hem jî ji dadgehê dixwazin ku delîl bên lêkolînkirin û kesên delîl ji holê rakirine bên dîtin û guhdarkirin. Her wiha em dixwazin dîmenên Mobeseyan û hemû wesayîtan li dosyayê bên zêde kirin.”   Şandeya dadgehê di çarçoveya parastina parêzerên bersûcan û mutalaya dozger de biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî dîrokeke pêş kir.