Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket 2023-11-14 19:04:08   AMED – Necîm Sosin ê di lîsteya girtiyên nexweş ya ÎHD'ê de, piştî 30 saln ji girtîgehê derket.   Necîm Sosin ê di sala 1993'yan de li navçeya Hezex a Şirnexê di 24 saliya xwe de hat binçavkirin û piştî 50 roj in di îşkenceyê de hat girtin û bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, îro ji girtîgehê derket. Sosin ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, li ber Girtîgeha Hejmara 2'yan a Amedê ji aliyê malbata xwe, endamên TÛAY-DER û HEDEP'ê ve hat pêşwazîkirin.    Gava Sosin ji hundirê girtîgehê derket bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin û ji vir tevî kesên ew pêşwazî kirin çû Mala Şînê ya Bahattîn Demîrcan a li navçeya Rezan a Amedê. Sosin li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin û got: "^0 sal ne demeke hindik e. Temenk e. Em jib o gelê xwe ketin girtîgehê. Me li wir li ber xwe da û niha jî em ê tevî gelê xwe bitêkoşin."