Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim 2023-11-14 21:19:01   TEKÎRDAG- Di danişîna doza der barê HDK'ê de şahidê veşarî, got ku ew kesî nas nake.    Danişîna duyem a doza der barê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li 38 kesan hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Tekîrdagê hat lidarxistin. Piraniya bersûcan tev li danişînê bû. Parêzer Serhat Çakmak, Bulent Çoban, Îlknûr Alcan, Abdûllah Çakmak, Abdulhalîm Kaplan û Jiyan Tosûn jî tev li dnaişînê bûn. Her wiha gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî danişînê şopandin.    Di danişînê de ku nêzî saetekê dereng dest pê kir, guh li şahidê veşarî hat kirin. Şahidê veşarî anî ziman ku tiştên di dema lêpirsînê de gotine rast in û kesî nas nake.   Heyeta Dadgehê jî diyar kir ku dê car din guh li şahidê veşarî bikin û danişînê taloqî 20'ê Sibata 2024'an kir.