Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye 2023-11-14 22:01:23 ENQERE– Parêzer Kazim Bayraktar destnîşan kir ku îfadeya şahidê veşarî Merdan Ruştu Ovalioglû ya ji heft rêzikan pêk dihat li dozgeriyê wekî 2 rûpelan hatiye dirêjkirin û got: "Ya hatiye kirin, mudaxileya li delîlan e."    Duyemîn danişîna 41’emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Doz, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Piştî navberê parêzerê siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay, Kazim Bayraktar parastin kir.    Bayraktar anî ziman ku her tişt piştî twîta HDP'ê ya ji sê rêzikan pêk dihat dest pê kiriye û got: "Beriya her tiştî ne pêkan e ku mirov têkiliya bûyerên şidetê bi vê twîtê ve girê bide. Tiştekî din jî, têkildarî şahidên veşarî ye. Pêvajoya guhdarkirina li şahidên veşarî nîşan dide ku bê neyta dozger an jî hêzên siyasî yên senaryoya vê dozê nivîsandiye çawa ye. Bi taybetî jî îfadeya şahidê veşarî ku pêşî bi navê ABC123 û paşê bi awayekî eşkere bi navê xwe Merdan Ruştu Ovalioglû îfade da. Birêz heyet, gava Merdan Ruştu Ovalioglû li hizûra we, bêyî ku her du alî hebin îfade da, îfadeya wî ji 7 rêzikan pêk dihat. Lê paşê dozger gazî wî kir û car din îfadeya wî girt. Li vir mudaxileya li delîlan heye. Ji lew re gava Ovalioglû li hizûra we îfade da, îfadeya wî ji 7 rêzikan pêk dihat, lê îfadeya wî li dozgeriyê wekî 2 rûpelan hatiye dirêjkirin. EV şahidê veşarî di heman demê de di doza PKK'ê de îtirafkar e. Di îfadeya xwe de jî gotiye ji bo sûdê ji poşmanîtiyê bigire, şahidî kiriye. Ango şahidekî wiha ye ku ji bo berjewendiyê bi her awayî tê bikaranîn."    Piştî parastinê heyeta dadgehê danişînê taloqî 16'ê Mijdarê kir.