Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne 2023-11-15 09:08:32   ÊLIH - Hevserokê OHD'a Êlihê Şîrîn Şen got: "Hemû şaxên darazê bûne şirîkê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê. Bêhiqûqîtiyê welêt xitimandiye."    Nîqaşên der barê krîza darazê ya di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind de didomin. Li gel vê tecrîda li Îmraliyê jî ku gelek hiqûqnas û rêxistinên hiqûqê wê wekî "bingeha bêhiqûqîtiyê" pênase dikin, girantir dibe. Ji ber vê 32 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsiplînê" tên redkirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê Şîrîn Şen, krîza darazê û tecrîda li Îmraliyê nirxand.   Şen destnîşan kir ku li Îmraliyê pergaleke ku Abdullah Ocalan bi tenê bê hiştin tê sêwirandin û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a sala 2014'an bibîr xist. Şen bibîr xist ku DMME di sala 2014'an de biryar daye ku cezayê muebeda girankirî "binpêkirina qedexeya îşkenceyê" ye û divê bê sererastkirin û got: "Lê belê rewş di 9 salan de xirabtir bû. Hiqûqa navneteweyî esas nehat girtin  tecrîd bi awayekî girankirî hat domandin."    'BI NAVÊ HIQÛQÊ TIŞTEK NEMAYE'   Şen destnîşan kir ku hinceta "cezayên dîsiplînê" yên li Îmraliyê jî bi parêzeran re nayên parvekirin û wiha pêde çû: "Rêya îtirazê ya ji bo an cezayan jî digirin. Piştî dem diqede îtirazên parêzeran digirin. Li holê biryareke ku parêzer nikarin xwe bigihîninê heye. Li holê rewşeke ku daraz bi tevkarî vê dike heye. Heya niha tu serlêdan nehatine qebûlkirin. Daxwaza ji bo agahîwergirtinê tê redkirin. Li vir bi navê hiqûqê tiştek jî tune ye. Hiqûq tu carî esas nehatiye girtin. Dadgeha Destûra BIngehîn (AYM), Dadgeha Bilind û hemû saziyên din şirîkê vê bêhiqûqîtiyê ne."    Şen bilêv kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li her derê welêt belav bûye û got ku gilikîkirina der barê endamên AYM'ê de ku Dadgeha Bilind kir jî, rengvedaneke vê yekê ye. Şen ku got dê roj bê pêdiviya her kesî bi hiqûqê çêbibe wiha got: "Bêhiqûqîtiya ku wan afirandiye, welêt xitimandiye."    Şen ji bo rakirina tecrîdê jî îşaret bi raya giştî û liv û tevgera wê kir.    MA / Fethî Balaman