Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne 2023-11-15 09:14:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtorê Rojnewsê Binary Hîdayet da zanîn ku rojnameger Suleyman Ehmed ji merasîma cenazeyê bavê xwe vedigeriya, ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û wiha got: “Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne.”   Edîtorê Beşa Erebî yê Rojnewsê Suleyman Ehmed di 25’ê cotmehê de dema ji serdana malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya Herêma Federe ya Kurdistanê, li Deriyê Pêş Xabûrê (Sêmelka) ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin. Çendek roj piştî binçavkirina Ehmed, Asayîşa Dihokê daxuyanî da û îdia kir ku “Tu eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê nîne.” Ji wê demê heta niha rayedarên PDK’ê der heqê Ehmed de daxuyaniyek nedaye.    Rojnewsê jî bi daxuyaniyekê îdiayên PDK’ê red û şermezar kir û wiha gotibû: “PDK dixwaze vê dozê jî weke di doza girtiyên Behdînanê de gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.” Tevî bang û bertekên rêxistinên rojnamegeran jî bêdengiya PDK’ê didome û ev 22 roj in tu agahî ji rojnameger Suleyman Ehmed nayên girtin.    Ji edîtorên Rojnewsê Binary Hîdayet têkildarî binçavkirin û agahînegirtina ji rojnameger Ehmed bi ajansa me re axivî.    ‘EHMED HATE REVANDIN’    Hîdayet, diyar kir ku Ehmed dema ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji merasîma cenazeyê bavê xwe vedigeriya, li Deriyê Pêş Xabûrê ji hêla asayîşa PDK’ê ve bi awayekî keyfî hatiye binçavkirin. Hîdayet, destnîşan kir ku ji bo berdana Ehmed hewldan didomin û ev tişt anî ziman: “Lê serkirdeyên PDK’ê rê nadin ku parêzer û malbat biçe serdanê. Bi awayekî yasayî çûbû Rojava, bi yasayî vegeriya lê bi awayekî neyasayî ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin.”    ÎDIAYÊN ASAYÎŞA PDK'Ê RED KIR    Bi domdarî Hîdayet got ku îdiayên PDK’ê yên derheqê Ehmed de rast nînin û wiha pê de çû: “Medyayeke navdewletî bi asayîşa Dihokê re peywendî danî. Asayîşê ji ewil got li cem wan nîne lê saetek piştre bi daxuyaniyekê îdia kirin ku ‘Ehmed çûye serdana PKK’ê.’ Weke Rojnewsê em tevahiya van îdiayên asayîşa PDK’ê red dikin. Silêman Ehmed ne kesê ewil e ku ji hêla PDK’ê ve tê revandin û ne jî dê yê dawî be. Beriya niha jî rojnamegerê ajansa me Wedat Hisên revandin û şehîd xistin. Mînakên bi vî rengî pir in.”    ‘PDK JÎ MÎNA AKP’Ê NÊZÎ ÇAPEMENIYA AZAD DIBE’    Di berdewamê de Binary Hîdayet diyar kir ku AKP çawa nêzî Çapemeniya Azad bibe, PDK jî li Başûr bi heman awayî nêz dibe û wiha got: “Helbet ajansa Rojnewsê ne li gorî rêgez û bernameyên serkirdeyên Barzanî ye. Silêman Ehmed ji ber ku di ajansa Rojnews’ê de dixebite lewma hate revandin. PDK, vê yekê weke sûc dibîne.”   ‘ÊN NE BI FIKRA PDK’Ê RE WEKE SÎXÛR DIBÎNIN’   Rojnameger Hîdayet, axaftina xwe wiha qedand: “PDK û AKP hin rastiyan qebûl nakin. Yên ku bi pênûseke azad dinivîsin û ne bi fikrên PDK'ê re bin, weke sûcdar û sîxûr dibînin. Hemû kes dibîne bê ka PDK çawa rê dide bayraktarên tirkan da ku êrişî azadîxwaz û şoreşgeran bike. Ji xwe re rewa dibîne ku ciwanekî ji parçeyeke din ê Kurdistanê ji bo debara xwe hatiya Başûr û karê rojnamegeriyê dike birevîne û teror bike.”