Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar 2023-11-15 12:57:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê rêxistina sûcên biorganîzeyî Alaattîn Çakici gef li Parlamenterê HEDEP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû xwar.    Rêveberê rêxistina sûcên biorganîze Alaattîn Çakici ku bi rêya guhertina vesazkirina înfazê ji girtîgehê derketibû li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal gef li Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû xwar.    Gergerlîoglû duh di axaftina xwe de gotibû: “Bahçelî tu dê hedê xwe bizanî, dê Destûra Bingehîn û AYM’ê nas bikî û li cihê xwe rûnî. Tu ji ewil bibêje bê ka çima kujerê Sînan Ateş li mala Olcay Kilavuz derket. Bahçelî yê ku hêj nizane paşnavê min bibêje, here ji ewil hînî tirkî bibe.”    Çakici jî piştî gotinên Gergerlîoglû li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û gef xwar.    Di serî de Alaattîn Çakici, Gergerlîoglû giliyê kesên gef lê xwarin û heqaret lê kirin, kir.     BAHÇELÎ LI NEXWEŞXANEYÊ ÇÛBÛ SERDANÊ    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 27’ê hezîrana 2022’yan de çûbû serdana Alaattîn Çakici ku li Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê dihat tedawîkirin û pê re hevdîtin kiribû. Çakici jî piştî tehliye bû ji ewil çû serdana Bahçelî.    Çakici, beriya niha jî gef li Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kiliçdaroglû xwaribû.