Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e 2023-11-15 15:41:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê bi gel re hevdîtin hatin kirin. Di civînan de hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tenê dikare bi berxwedanê were bidawîkirin.    Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û bidawîkirina tecrîdê, di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” were lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de li gelek bajaran bi gel re civîn tên lidarxistin.    MÛŞ   Li navçeya Kop a Mûşê li eywaneke dawetê bi gel re civîn hate lidarxistin. Hevseroka Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Edîbe Babûr di meşê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan barekî giran dikeve ser milê me tevan. Ji bo têkbirina vê tecrîdê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Divê tevlibûneke xurt hebe. Ji 7 salî heta 70 salî divê her kes tev li bibe. Em ê li Gemlîkê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan biqîrin.”    Hevserokê Şaxa Komeleya Yekit Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) ya Wanê Enver Taş jî destnîşan kir ku divê her kes tev li meşê bibe û wiha got: “Divê em xwedî li xak, zarok û zimanê xwe derkevin.”    RIHA   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Sêwereg a Rihayê jî bi tevlibûna Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li maleke şînê ya navçeyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Di civînê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî ji Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Salih Mevalî axivî. Mevalî, diyar kir ku tekane rêya bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan berxwedan e.    Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû jî di civînê de ev tişt anî ziman: “Her tim zilm li kurdan hate kirin. Lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Pêşengên vê têkoşînê, her tim rastî zextan hatin. Bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tenê bi berxwedanê pêkan e. Banga me ji bo her kesî ew e ku tev li meşa 18’ê mijdarê bibin. Em ê bi hev re ji kesên me tune dihesibinînin re bibêjin ‘em hene.’ Em ê serî li ber zextan netewînin. Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Lê belê birêz Ocalan li Îmraliyê pir mezin li ber xwe dide. Divê em jî ji vê berxwedanê re bibin bersiv. Em ê bi vê meşa xwe jê re bibin bersiv.”