Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin 2023-11-15 15:56:45   RIHA - Rêxistina HEDEP’a Rihayê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê ser Şeredariya Pirsûsê daxuyanî da û qeyûm protesto kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Bajarê Rihayê bi boneya 4’emîn salvegera tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Pirsûsê, li ber avahiya HEDEP’a Pirsûsê bi daxuyaniyekê protesto kir. Rêveberên HEDEP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Şaredariyê û Cîgira Hevşaredarên Pirsûsê Nahîde Kiliç ve hat xwendin. Kiliç bi lêv kir ku hevşeredar Hatîce Çevîk tevî ku di doza jê dihat darizandin beraet bû jî lê li wezîfeya xwe nehat vegerandin û got: "Li şaredariya me ya Pirsûsê ya ku hema bêje bi awayekî derqanûnî hat desteserkirin, tayînkirina qeyûman hê jî didome. Hikûmeta heyî ji qeyûmê ku tayîn kiribû hez nekir û qeyûmek din tayîn kir. Qeyûm ne ji bo xizmeta gel, lê ji bo rantê hene. Rejîma qeyûm li gelek deveran bû sedema wêrankirina ziman, çand, desteserkirin, talan, bê îrade hiştin û wêrankirinê. Li navçeyê kûçe û kolan tev hatine kûnkirin û xerakirin. Hemû derfetên navçeyê radestî alîgiran hatiye kirin."   'EM Ê ŞAREDAREYÊN XWE PAŞDE BIGIRIN'   Kiliç anî ziman ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk berfirehtir bikin û wiha got: “Em pêkanînên nehiqûqî yên li dijî demokrasiyê yên hikûmetê qebûl nekin. Em careke din bang li desthilatê dikin ku hemû hevalên me yên ku bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de dîlgirtî ne, demildest berde. Em ê dîsa bi bawerî û hêzek xurt di hilbijartina xwecihî ya sala 2024’an de şaredariyên xwe yên di destê qeyûman de paşve bigirin. Em careke din rejîma qeyûm şermezar dikin û red dikin.”