Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e 2023-11-15 16:47:53 ŞIRNEX - Parlamenterê HEDEP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez di civîna gel a li Cizîrê de axivî û got: “Êdî dem ne tenê dema rakirina tecrîdê ye, dem dema azadkirina birêz Ocalan e. Dem hatiye ku em êdî qala azadiya Ocalan bikin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Parlamenterê HEDEP’ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê, DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tev li civînê bûn. Civîna ku li eywana konferansê ya avahiya HEDEP’ê hat lidarxistin, pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin.    Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nivîsa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Girtîgeha Îmraliyê nivîsandibû hate xwendin. Piştre têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li nêrînên gel hat guhdarîkirin. Welatiyan diyar kir ku azadî bêyî Ocalan ne pêkan e û gotin ku heta tecrîd ranebe çareserî jî nepêkan e.    ‘DAXWAZA AZADIYÊ BÊBEDEL NABE’    Di civînê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen diyar kir ku çareseriyeke bêyî Ocalan nepêkan e û wiha axivî: “Bi salane me dikujin, me tune dikin û dibêjin, ‘hûn tune ne’. Her carê bi rêbazeke cuda me înkar dikin. Îro li Îmraliyê 32 meh in tecrîdeke giran heye û agahiyek nayê standin. Ev tecrîd li ser me ye. Heke ku Ocalan nebe siyaseta ku em bikin jî encam negire. Yê ku em ji tunebûnê anî hebûnê birêz Ocalan e. Lê belê îro di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Roj hebû me nediwêrî ku bibêjin em kurd in, lê îro em daxwaza azadiyê û mafê xwe dikin. Ev jî bêbedel nabe. Heke ku em agahî ji birêz Ocalan nestînin dê pêşiya me girtî be.”   ‘DEM DEMA AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN E’    Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez jî bal kişand ser rol û mîsyona Ocalan û wiha got: “Bi destpêkirina komploya 9’ê Cotmehê heta niha li ser birêz Ocalan tecrîd didome. Ev 25 sal in ku li ser birêz Ocalan tecrîd didome. Nîqaşên ku em dikin, çalakiyên ku em li dar dixin dibe ku dem bi dem tecrîd hatibe rakirin lê belê êdî dem ne tenê dema rakirina tecrîdê ye, dem dema azadkirina birêz Ocalan e. Dem hatiye ku em êdî qala azadiya Ocalan bikin. Çi çalakiyên ku tên lidarxistin li ser vê esasê ne. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan tu carî bi dawî nebû. Hemû hewledanên Ocalan li ser aştî û wekheviyê ne. 25 sal in li dijî tecrîd û îşkenceya giran liber xwe dide. Divê ku em jî bi vê erk û berpirsyariyê xwedî lê derbikevin.”   Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.