Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel 2023-11-15 23:44:37   STENBOL- Di civînên têkildarî Meşa Gemlîkê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî îşaret bi têkoşînê hat kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), têkildarî Meşa Gemlîkê ku dê di 19'ê Mijdarê de li Stenbolê bê lidarxistin li navçeya Kartal, Pendîk, Tûzla û Ataşehîrê civînên gel lidar xistin. Di civînana de ku gelek kes beşdar bûn, îşaret bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.    PENDÎK   Li navçeya Pendîkê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Rêveberên HEDEP a Stenbolê û nûnerên ANYAKAY-DER'ê tevlî civînê bûn. Li salona civînê pankarta "Azadî ji bo Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo meseleya kurd" hat daliqandin.    Li vir Parêzer Raziye Ozturk axivî. Ozturkê bilêv kir ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komploya navdewletî pûç kiriye û got ku meseleya kurd li Tirkiyeyê bûye sedema gelek pirsgirêkan. Ozturkê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriya meseleya kurd e û îşaret bi girîngiya meşa ku dê bê lidarxistin kir.    KARTAL   Li navçeya Kartalê jî li salona civînê pankarta "Azadî ji bo Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo meseleya kurd" hat daliqandin. MA-TÛHAYDER, ANYAKAY-DER, Hevberdevka Herêma Yekem a Stenbolê ya dbP'ê Makbûle Şeker, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî û hevserokêN HEDEP'a navçeyê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Di civînê de welatiyan anî ziman ku yê ku gelê kurd bi cîhanê daye naskirin Abdullah Ocalan e û li dijî tecrîdê îşaret bi têkoşîna yekbûyî kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yurkelî jî destnîşan kir ku barê şikandina tecrîdê li ser milê kurdan e.    Civîn bi nivîseka li ser parêznameyên Abdullah Ocalan bi dawî bû.