Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye 2023-11-16 09:01:43   COLEMÊRG - Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku qeyûmên ji sala 2019’an ve hatine tayînkirin deynê şaredariyê ji 680 milyon TL’an derxistin milyar û 280 milyon TL’an.    Kiriyarên qeyûmên li Şaredariya Gever a Colemêrgê hatine tayînkirin di rojevê de ne. Qeyûmên ku gelek rêveberên AKP’ê girtin kar, di heman demê de şaredarî di bin deynekî giran de hiştine.    Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku di 18’ê cotmeha 2019’an de ji peywirê hate dûrxistin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, diyar kir ku qeyûman di nava 4 salan de deynê şaredariyê 680 milyon TL’an derxistine milyarek û 280 milyon TL’an. Sari, destnîşan kir ku li gel deynê behsa xeberê, qeyûman her wiha neguhêzbarên şaredariyê jî dane ber firotinê.    SERDEMA QEYÛMÊ EWIL: 680 MILYON TL DEYN KIR   Sari, sepana qeyûman weke “hiqûqa dijminatiyê” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Îktîdarê ev qeyûm bi dosyayên pûç û vala tayîn kir. Bi van qeyûman xwest peyama ‘Em ê nehêlin hûn şaredartiya gel bikin. An em ê birêve bibin an jî em çawa dixwazin dê wisa be.’ Bidin. Me di hilbijartinên 2019’an de şaredarî bi deynê 680 milyon TL’an ji qeyûm dewr girt. Ji ber vî deynî, tevahiya pereyê ji bo şaredariyê dihat ji bo bankan çû. Lewma heta demekê me nekarî deynên xebatkarên şaredariyê bidin. Me şaredariyeke wisa dewr girt ku êdî nema dikariya deynên ceyran, sîgorte û hwd. bide. Tevî ewqas deynan jî me hewl da di nava 6 mehan de xizmetê ji gel re bikin.”    DEYN DERKET MILYAREK Û 280 MILYON TL’AN    Bi domdarî Sari destnîşan kir ku piştî li şûna wan qeyûm hat tayînkirin, deynên şaredariyê zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Deynê şaredariyê niha derketiya milyarek û 280 milyon TL’an. Niha di mijara dayîna deynên xebatkarên şaredariyê de zehmetiyan dikişînin. Her wiha makîneyên kar û xwemî jî nema dikarin bên bikaranîn. Ji ber rewşa şaredariyê, li bajar kaos heye. Em hîn bûn ku 30 karkerên nû girtine şaredariyê. Ev kes di çarçoveya planekê de û di rojekê de wergirtine kar. Karkerên li şaredariyê ji xwe bes bûn. Lê bi wergirtina kar a alîgirên xwe dixwazin dengan kom bikin.”    'ERD HATIN PÊŞKEŞKIRIN’   Di berdewamê de Sari got ku qeyûman neguhêzbarên şaredariyê daye ber firotinê û axaftina xwe wiha qedand: “Ersayên ku niha bihayê wan bi 100 milyon TL’an e belaş firotine. Erdê bi 50 milyon lîreyan bi 3 milyonan hatiye firotin. Çêkirina cadeyên Cengîz Topel û Îpekyoluyê aydê rêyên bejahî ye. Qeyûm, weke ku ev rê wî çêkiribin nîşan dide. Her wiha refûja navîn a li ser rêya navenda bajar du caran hate xerakirin û çêkirin. Vaye li ber çavan e ka şaredariyê çawa dişêlînin û vala dikin. Piştî hilbijartinê dê 11 gund û 3 herêm bi ser navendê ve bên kirin. Dê peywira şaredariyê jî zêdetir bibe. Em dizanin heke em şaredariyê wergirin dê bi tiştekî çawa re rû bi rû bimînin. Deynên wê bi qasî yên şaredariyên Stenbol û Kocaeliyê ne. Em ê şaredariyeke xerabe dewr bigirin. Lê em ê dîsa ava bikin.”   MA / Mazlum Engîndenîz