Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin 2023-11-16 09:19:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin, destnîşan kirin ku divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî "Meşa Azadiyê" bibin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, 32 meh in tu agahî nayên girtin. Li gel vê çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku li seranserê cîhanê tên lidarxistin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) dê di 18’ê mijdarê de li Kurdistanê û di 19'ê mijdarê de jî li Stenbolê ber bi navçeya Gemlikê ya Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixin.    Ji Stenbol û Amedê welatiyan destnîşan kirin ku dê ji bo şikandina tecrîdê bitêkoşin û ji bo beşdariya li meşê bang kirin.    BANGA YEKITIYÊ   Fatîh Orger destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo kurdan kesayetiyeke girîng e û got ku Abdullah Ocalan kurdan li cîhanê daye naskirin. Orger wiha axivî: "Me, yanî gelê kurd li tevahiya welatan da naskirin. Gelê kurd û Tevegera Azadiyê ya Kurdan bi salan e têdikoşe. Pêdiviya hemû gelê kurd bi yekitiyê heye. Ger em nebin yek, dê ev zext bidomin. Em tim di bin nîrê dagirkeriyê de ne. Ger em hev du neparêzin, ev dê wiha bidome. Banga min ji bo gelê me ev e; bila hemû kurd bibin yek."    DI 19'Ê MIJDARÊ DE BER BI GEMLÎKÊ VE   Turkan Acar jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan têdikoşin û got ku dê bi çalakiyên xurt karibin meseleya tecrîdê çaraser bikin. Acarê got: "Lewma bang li gelê me dikim, ne birêz Ocalan em hemû tên tecrîdkirin. Jin, ciwan, kurd, siyasetmedar yanî em hemû tên tecrîdkirin. Divê parêzer û malbat karibin hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re bikin. Em dixwazin agahiyekê wergirin. Lewma divê her kes di 19'ê mehê de bi vê daxwazê tevlî Meşa Gemlîkê bibe. Em ancax bi vê biryardariyê dikarin meseleyê çareser bikin."    Ramazan Akgun jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser tevahiya kurdan tê sepandin û got: "Gotineke birêz Ocalan hebû; 'Ez dixwazim gelê kurd nasnameya xwe fêm bike û ji bo xwe bitêkoşe.' Ji ber vê têkoşînek da destpêkirin. Ev têkoşîn diyariyek e ji bo me ciwanan. Em jî divê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin."   Akgun bang li ciwanan kir ku ji bo şikandina tecrîdê bi girseyî tev li meşê bibin.    AMED     Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Erxenî ya Amedê bûn, diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibin.    ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'   Abbas Kaya ku tev li meşa Gemlîkê ya berê bûye, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê li ser gelê kurd tê sepandin. Kaya ku got "Apo kurd e, kurd Apo ne" destnîşan kir ku gelê kurd tu carî tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nake. Kaya wiha domand: "Ger Abdullah Ocalan ne azad be û di bin tecrîdê de be û rastî qirkirin û înkarê bê, em ê hemû jî di bi qirkirin û înkarkirinê de bin. Hemû kurdên xwenas divê wiha zanibin. Lewma divê her kes bê Gemlîkê. Dixwazî bila bihêlin û dixwazî bila nehêlin, divê em hemû ji bo azadiya Apo biçin Gemlîkê."      Abdûrrahman Karaoglan jî bibîr xist ku nêzî 3 sal in tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin û got ku ger kurd rabin ser pêyan dê tecrîd bişikê. Karaoglan destnîşan kir ku tecrîd zexteke siyasî ye ji bo meşê wiha got: "Divê ji Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê kurd tev li vê meşê bibin. Ger tev lê bibin, dê meş bigihê armanca xwe."    Karaoglan destnîşan kir ku rakirina tecrîdê ji bo tirkan jî girîng e û got ku ji lew re tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê hem li kurdan hem jî li tirkan dike û bal kişand ser girîngiya beşdariya li "Meşa Azadiyê".