Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin 2023-11-16 09:34:05   STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, 32 meh in agahî nayên girtin. Derket holê ku li Abdullah Ocala ji bo 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Bi hinceta “ewlehiyê” naveroka biryarê bi parêzeran re nehat parvekirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû lê axaftin di niviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Di demeke ku rewşa agahînegirtinê berdewam dikir de hat zanîn ku li Abdullah Ocalan cezayeke nû yê qedexeya bi parêzeran re hatiye birîn.   Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de li miwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.    SEDEMA ‘EWLEHIYÊ’!   Parêzeran xwestin ku naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin. Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryar qedexeyê li dadgeha jor îtîraz kirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin.    Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.    DI 8 SALAN DE HERÎ KÊM 12 CARAN HEVDÎTINA PARÊZERAN QEDEXE KIRIN    Di 26’ê nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn.    Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re hejmara biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bû 12.    MA / Dîren Yurtsever