Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin 2023-11-16 11:13:46 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bal kişandin ser meşa ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve û wiha gotin: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in. Lewma em ê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ber bi azadiyê ve dimeşin.”    Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA- TUHAYDER), kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Alimên Olê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî “Meşa Azadiyê” ku dê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, li avahiya HEDEP’ê ya bajar daxuyanî dan.    ‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ KURD HEDEF GIRTIN’    Daxuyanî ji hêla Hevseroka MA-TUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr ve hate xwendin. Demîr, got ku bi avakirina netewe-dewletê re li vê erdnîgariyê polîtîkayên zext, pişaftin û yekperestiyê li gelan hatiye ferzkirin. Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîkaya pişaftinê bi taybet jî li dijî gelê kurd hate meşandin û bi vê yekê re mafên sereke yên gelê kurd, çand, ziman û qadên wan ên jiyanê hedef hatin girtin. Di demeke ku em dikevin sedsala duyemîn a komarê de, komarê di nava 100 salan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk tu çareserî pêş nexist û di sedsala nû de di polîtîkayên şer de israr dike.”    SIYASETA DABEŞKAR A ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê    Bi domdarî Demîr, anî ziman ku polîtîkayên zext û şer di serdema îktîdara AKP-MHP’ê de hêj bêhtir hatine kûrkirin û wiha pê de çû: “Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê hatine binpêkirin, bi rejîma qeyûman vîna gelê kurd tê xespkirin, operasyonên qirkirina siyasî tên meşandin û bi polîtîkayên dîlgirtinê re li dijî gelê kurd û tevahiya civakê hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê. Kesên li dijî zextên li ser zimanê me yê dayikê derdikevin tên lînçkirin û ev yek encama polîtîkaya dabeşkariyê ya îktîdarê ye.”    Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di neçareserkirina pirsgirêka kurd de biisrar e û vê yekê yekser eleqeya xwe bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heye. Demîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, encama “hiqûqa dijminatiyê” ya li dijî gelê kurd û destkeftiyên wê ne û wiha axivî: “Tecrîda girankirî ku 25 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tê domandin, tecrîdkirina gelê kurd û gelên ji bo azadiyê têdikoşin e. Li gel vê, her wiha dixwazin bi tecrîdê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya gelên Tirkiyeyê jî tecrîd bikin. Tam ji ber vê yekê ye ku mijara tecrîdê bivê û nevê hewceye bibe rojeva hêz û kirdeyên civakê. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd lê pirsgirêka hevpar a hemû hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji ber ku di heman demê de israra me ya pêkvejiyanê jî tê tecrîdkirin.”    ‘EM MECBÛR IN JIYANA NÛ AVA BIKIN’   Demîr, anî ziman ku berpirsyartiya ewil a li hemberî tecrîda li Îmraliyê, mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Ev yek, di heman demê de li dijî polîtîkayên şer û tundiyê tê wateya avakirina aştiya birûmet. Weke kesên neçar man qadên xwe yên jiyanê biterikînin, ji neçarî bi rêyên koçê ketin û rastî her cureyên derhiqûqtî û neheqiyê hatin, em mecbûr in ku jiyaneke nû ava bikin. “   JI BO MEŞA AZADIYÊ BANG KIR   Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo vê jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rojeva me ya sereke jî ev e. Em ê di vê çarçoveyê de di 19’ê mijdarê de ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê li dar bixin. Li dijî kesên dixwazin bêhnê li civakê biçikînin û ji bo ku em bikarin bi rehetî bêhnê bistînin, tekane hêza ku dikare tecrîda sûcê li dijî mirovahiyê bi dawî bike em in. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in. Bi vê sedemê em ê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ber bi azadiyê ve gav diavêjin û pêş dikevin.”