Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin 2023-11-16 11:34:27   ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê di civîna Komîsyona Plan û Bûdçeyê de Wezîrê Parastinê Yaşar Guler protesto kirin û dovîzên li dijî şer hilgirtin.    Hevdîtinên “Teklîfa Qanûna Bûdçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2014’an” ên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam in. Ji bo Wezareta Parastinê trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre bûdçe hatiye veqetandin û hevdîtinên li ser vê bûdçeyê dest pê kirin.    Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hate komîsyonê û ji hêla parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ve hate protestokirin. Dema Guler hatî hevdîtinan, HEDEP’î nehatin eywana komîsyonê û kursiyên xwe vala hiştin.    BI DOVÎZAN PROTRESTO KIRIN   Piştre jî HEDEP’î bi dovîzan hatin eywana komîsyonê. HEDEP’iyan dovîzên weke “Muhîmata biaqil a F-16’an bi 1. 2 milyon dolara ye. Bi qasî 3 hezar kêmtirîn mûçeya ye”, “Muhîmata obûsên firtinayê bi 5 milyon dolara ye û bi qasî 12 hezar kêmtirîn mûçeyan an jî bi bihayê 18 milyon nana ye” û “Saeteka firîna F-16’ê bi 27 hezar û 927 dolaran e û ev jî bi qasî mûçeyê 103 teqawidan dike” hilgirtin û bertek nîşan dan.   Di heman demê de HEDEP’iyan wêneyên 34 kesên li Roboskê bi F-16’an hatine qetilkirin jî hilgirtin.