Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn? 2023-11-16 13:50:56   ENQERE - Siyasetmedar Îsmaîl Şengul di Doza Kobanê de diyar kir ku MYK’a HDP’ê ji ber twîtekê li dijî qirkirina DAIŞ’ê parve kiriye bi cezayê muebbedê tê darizandin û wiha got: “Gelo ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn? Weke pêkenokê ye lê rastî ev e.”   Rûniştîna çaremîn a danişîna 41’an a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin û danişîn bi parastina siyasetmedarê girtî Îsmaîl Şengul didome.    Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat, Zeynep Kahraman, Zeynep Olbecî, Alp Altinors, Bulent Parmaksiz, Nazmî Gur, Gunay Kubîlay û Alî Urkut jî danişîn li eywanê şopandin. Dîlek Yagli û Pervîn Oduncu jî ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.   Îsmaîl Şengul, bertek nîşanî tehliyekirina kujerê Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samast da û dest bi parastina xwe kir. Şengul, diyar kir ku dê îro weke rojê gelek biêş di dîroka Tirkiyeyê de cih bigire. Şengul, wiha domand: “Weke welatiyekî ez ê çawa li rûyê Rakel Dînk binêrim nizanim. Ez mereq dikim bê ka kesên biryara tehliyeyê dayîn dê çawa li rûyê wê binêrin.”    ‘HEVRIKIYA DI QADA SIYASETÊ DE VEGUHESTIN QADA DARAZÊ’    Şengul, destnîşan kir ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîranê de AKP qels bûbû û parastina xwe wiha domand: “Ji wê rojê heta niha jî zextê li HDP’ê dike. Daxuyaniya MYK’a HDP’ê weke sûc tê nîşandan. Bi rêya çendek şahidên derewîn jî îdianame û mutalaa hate amadekirin. Tevahiya xebatên HDP’ê hatin krîmînalîzekirin. Roja ku ev doz dest pê kirî, Fahrettîn Altun got; ‘Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye.’ Her wiha wezîrê karên hundir ê demê Suleyman Soylu got; ‘Ji bo HDP-PKK’ê dema hesabdayînê ye.’ Bi vê yekê re li dijî me kampanya hate destpêkirin. Bi vê kampanyayê re hevrikiya di qada siyasetê de veguhestin qada darazê.”   ‘DIVÊ DEWLET LI BER HEMWELATIYÊN XWE XEFIKAN NEDANE’    Bi domdarî Şengul got ku HDP avadaniyeke rewa û siyasî ye û wiha pê de çû: “Endambûna MYK’a HDP’ê mafekî destûra bingehîn e. Endamtiya min a MYK’a HDP’ê sûc nîne. Ji ber ku di Destûra Bingehîn de jî tê gotin ku ev yek sûc nîne. Min jî mafê xwe yê qanûnî bi kar aniye. Ji ber ku HDP li Meclisê partiyeke siyasî ye. Endamtiya min jî nabe sûc. Di dawiya dawî de divê dewlet li ber hemwelatiyên xwe xefikan nedane.”    ‘GELO MA JI BER TWÎTEKÊ MUEBBET TÊ DAYÎN?’   Şengul, pirsa “Gelo ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?” kir û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku xetereya qirkirinê li ser xelkê Kobanê hebû de MYK’a HDP’ê twîteke ku banga tundiyê tê de tune bû parve kir. Di demeke ku xetereya qirkirinê gav bi gav mezintir dibû de banga MYK’a HDP’ê kirî tenê bangawaziyeke demokratîk e. Bangawaziyeke li dijî qirkirinê bû. Lê belê dozger îdia dike ku ev twît bû destpêka bûyerên 6-8’ê Cotmehê. Bi vê sedemê jî dixwaze ku cezayên muebbedê li endamên MYK’ê bên birîn. Mîna pêkenokê ye lê mixabin rastî ev e.”   Her wiha Şengul gelek daxuyaniyên wê demê li Tirkiye û cîhanê li dijî êrişên DAIŞ’ê hatine dayîn xwend û wiha got: “Di rewşeke wiha de mimkin nîne ku HDP daxuyaniyekê nede."    Piştî parastina Şengul, dadgehê navber da. Danişîna dozê dê piştî nîvro bidome.