Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin 2023-11-16 14:12:07   RIHA - Welatiyên li Rihayê tev li civîna têkildarî Meşa Gemlîkê bûn anîn ziman ku heke paradigmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” bi hemû aliyan ve were pêkanîn dê tecrîd bê wate be.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Pirsûsê, ji bo meşa di 18’ê mijdarê ku dê li Gemlîkê were lidarxistin, civîna gel pêk anî. Di civîna bi rêzgirtinê li avahiyê navçeyê hatiye destpêkirin de, bi kurdî û tirkî pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin.    Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîh Mevalî di civînê de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adîle Fîdan jî ev tişt anî ziman: “Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin denge kurdan û Kurdistanê qut bikin. Ji ber tekane fikra ji gelên Rojhilata Navîn re azadiyê bîne fikra birêz Ocalan e. Bêdengiya civaka navneteweyî ji ber vê yekê ye. Vê yekê dizanin ji ber wê, tecrîdê didin meşandin. Ji ber vê yekê divê taybetî jî jin, xwedî li Meşa Gemlîkê derbikevin.”    ‘TECRÎD DIKARE BI TÊKOŞÎNÊ BÊ ŞIKANDIN’   Li navçeya Serêkaniyê jî li avahiya HEDEP’ê ya navçeyê civîna gel hate lidarxistin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdar bûn. Welatiyên di civînê de axivîn, diyar kirin ku ji bo tecrîd bê rakirin divê zêdetir têbikoşin û anîn ziman ku heke paradigmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” bi hemû aliyan ve were pêkanîn dê tecrîd bê wate be.    Dû re parlamenter Dîlan Kûnt Ayan a axivî jî îşaret kir ku ji bo tecrîd bê bi dawîkirin divê gel tev li pêvajoyê bibe û wiha got: “Rakirina tecrîdê berpirsyariya me hemûyan e. Mifteya rakirina tecrîdê di stûyê me hemûyan de ye. Bidawîkirina tecrîdê girêdayî têkoşîna me ye. Heke bi hezaran tev li vê meşê bibin û berteka xwe nîşan bidin dewlet neçar e ku deriyan veke.”   WÊRANŞAR   Li navçeya Wêranşarê li avahiya navçeya HEDEP'ê civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de beşdar axivîn û der barê meşa Gemlîkê de pirs pirsîn.   Piştre Parlamentera HEDEP'ê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û diyar kir ku ji bo dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bê divê gel hêza xwe nîşan bide. Ayan bal kişand ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke krîz û kaosê bandor li hemû gelan kiriye û ji bo bi dawî bûna tecrîde û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan girîngiya tevlîbûna meşa Gemlîkê destnîşan kir. Ayan anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nabe pirsgirêk jî nayên çareser kirin û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.