DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn 2023-11-16 15:48:18   ÊLIH - DBP'ê û HEDEP’ê bi xwarina aştiyê, xwîndariya di navbara malbatên Ûçar û Yilmaz de bi dawî kir û malbat li hev anîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di xwarina aştiyê de axivî û li ser girîngiya yekitiya kurdan sekinî.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) malbatên Yilmaz û Ûçar ên ku xwîndarên hev bûn, bi xwarina aştiyê li hev anîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP û HDP tev li xwarina aştiyê ya ku her du malbat li hev anîn, bûn.    Li Cadeya Gulîstanê ya li navenda Êlihê, di 30’ê Tîrmehê de şer derketibû û ciwanê bi navê Ferhat Ûçar, di şerê derketî de jiyana xwe ji dest dabû. Endamên partiyê ji bo her du malbatên şer kirine li hev bîne, ket navberê. Piştî ku bi malbatên Yilmaz û Ûçar re hevdîtin hatin kirin, malbat di xwarina aştiyê de hatin cem hev û hat daxuyandin ku her du malbat li hev hatine.     BAYINDIR: XELASIYA ME BI YEKITIYÊ YE   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir tev li xwarina aştiyê bû û ji kesên di pêkanîna aştiyê de ked dane spasî kir. Bayindir di axaftina xwe de ser girîngiya aştiyê sekini û wiha axivî: “Gelê kurd gelekî mazlûm e. Kurd bi salan e li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Ji bo azadiya, ziman û çanda xwe li ber xwe didin. Em di van êrişan de rastî qetilkirin, girtin û koçberiyê tên. Me li dijî van, tu caran bi paş ve gav neavêt û em ê neavêjin. Li gel van êrişên xwe desthilata ku bi paş dikeve, polîtîkayên qirêj têxe dewrê. Divê gelê me li dijî vana tevdîrên xwe bigire û li gorî vê yekê gavên xwe biavêje. Tişta ku dilê me dişewitîne, êrişên dijmin nîn in, ketina hev a malbatên me û mirina ciwanên me ye. Ji bo kurdan ji yekitiyê bêhtir tu rêyên din nîn in. Xelasiya me, yekitiya me ye. Divê em li hemberî van listikên ku vê yekitiyê xerab dike, bisekinin.”   Bayîndir, bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan û got: “Em ji polîtîkayên zirarê dide yekitiya me, dûr bikevin. Divê em nebin perçeyekî polîtîkayên qirêj ên dewletê. Gelê Êlihê gelekî qedîm e. Divê ev gel pêşengtiyê bike, bi van bûyerên wiha re, neye rojevê. Em ê bi hev re tim welatparêziyê û heskirina hev, belav bikin. Di vê pratîka pîroz de çi bikeve ser milê me, em hemû em ê pêk bînin.”    Alimê olî Huseyîn Taş jî ji bo kesên di pêkanîna xwarinê de ked dane spas kir û balê kişand ser girîngiya yekitiya kurdan. Piştî axaftinan her du malbat destên hev girtin û li hev hatin. Endamên her du malbatan jî spasiyên xwe ji kesên di xwarina aştiyê de keda wan derbas bûye, kirin û diyar kirin ku divê ji bo bûyerên bi vî rengî pêk neyên, her kesek çi dikeve ser milê wî, bike.