ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-17 09:01:07     * Rêxistina HEDEP'a Pendîkê diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Azadiyê bênavber didomin û got: "Teqez divê encam ji meşa Gemlîkê bê girtin."    * Der barê nûçegihanê MA'yê Mehmet Guleş de ku di dema erdhejê de gava hevpeyvîn dikir hat binçavkirin û amûrên wî hatin desteserkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.    * Siyasetmedarên jin ku bal kişandin ser girîngiya Meşa Gemlîkê, hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz vexwendin meşê.    * Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got ku meşa Gemlîkê mafekî demokratîk e û divê dewlet vê meşê asteng neke.    * Nûnerên Partiyên siyasî ku ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin, destnîşan kirin ku pêkanînên antîdemokratîk ên tên kirin rasterast girêdayî tecrîda Îmraliyê ne.    * Derheqê malbatên di dema qedexeyên derketina derve de malên wan hatin rûxandin û piştre alîkarî wergirtin de lêpirsîn hate vekirin. Polîsan, pirsa “PKK’ê çima alîkarî da we?” ji malbatan kirin.    * Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî hate kirin. Mûstafa Polat ê beriya niha gora wan tamîr kiribû banga “Em xwedî li nirxên xwe derketin” li welatiyan kir.    * Danişîna doza der barê kujer Hasan Karaslan ku li navçeya Hezexa Şirnexê hevjîn û 3 keçên xwe qetil kirin de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza derbarê siyasetmedarên tev li daxuyaniya Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bûne de li 35’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Anadolûyê bê lidarxistin. (09.35)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan wê tevli civîna gel a ji aliyê partiya wî ve li ber avahiya navçeya Êlihê bê lidarxistin bibe. Bakirhan wê piştre bi rêxistinên sivîl ên civakî re bicive. (13.00-15.00) ZINDÎ   * Jin dê li Edeneyê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê bişînin.    * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li Mêrsînê bi partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gel re bicive. (15.00-20.00)    * Li gelek navçeyên Stenbolê dê têkildarî “Meşa Azadiyê” ku dê di 18 û 19’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin civînên gel pêk bên. (16.00-19.00)