'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin' 2023-11-17 09:06:14   STENBOL -Siyasetmedarên jin ku bal kişandin ser girîngiya Meşa Gemlîkê, hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz vexwendin meşê.    Kampanya û hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkkî, didomin. Di vê çarçoveyê de dê di 19'ê Mijdarê de ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Siyasetmedarên jin ku tecrîdê û meşa dê bê lidarxistin nirxandin, ji bo "Meşa Azadiyê" bang kirin.    KUÇE BI KUÇE XEBAT   Endama Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Arîfe Çinar di çareserkirina meseleya kurd de îşaret bi rola Abdullah Ocalan kir û got: "Çareserkirina meseleya kurd bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêkan e."   Çinar destnîşan kir ku Tirkiye hiqûqa xwe dieciqîne  û got: "Ji bo jiholêrakirina vê bêhiqûqîtiyê em ê di 19'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji bo vê em li navçeyên Stenbolê tax bi tax û kuçe bi kuçe xebatên xwe didomînin."    ‘MEŞ JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE'   Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîçek Ariç jî diyar kir ku pêkanînên li Îmraliyê tên kirin bêhiqûqîtî ye. Ariç destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad be û got: "Ev daxwaza hemû aştîxwaz û demokrasîxwazan e."   BANGA MEŞA GEMLÎKÊ    Ariç hemû aştîxwaz û demokrasîxwazan vexwand meşê û got: "Ev meş peyamek e û divê her kes baş vê peyamê bixwîne. Peyama me ji bo aştiyê ye. Demildest divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bê rakirin. Em her kesî vedixwînina Meşa Gemlîkê."    ‘POLÎTÎKAYÊN ŞER Û DAGIRKERIYÊ'   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehan û got: "Polîtîkayên şer kûr dibin. Ên herî zêde bi vê re rû bi rû dimînin girtî ne. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê sepandin, bandorê li hemû girtîgehan dike."    Taşkiran diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tenê bandorê li girtîgehan nake, li tevahiya gelê kurd, çîna karkeran, kedkaran û jinan jî dike û got ku ev zextên li hemû qadên jiyanê rû didin hemû ji ber poltîkayên tecrîdê ne. Taşkiran di dawiyê de got: "Lewma em hemû kedkaran û gelê xwe li dijî polîtîkayên tecrîdê vedixwînin Meşa Gemlîkê."