Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke 2023-11-17 09:11:19   AMED - Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got ku meşa Gemlîkê mafekî demokratîk e û divê dewlet vê meşê asteng neke.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 32 meh in tu agahî nayên girtin. Herî dawî di 31'ê cotmehê de li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, 6 meh cezayê dîsiplînê hat birîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) yê Wanê Sînan Çîftyurek ku partiya wî ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da, serlêdana ku kirine û armanca tecrîdê nirxand.    ‘MEŞA GEMLÎKÊ DEMOKRATÎK E'   Çîftyurek bilêv kir ku cezayekî dîsiplînê yê nû li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û got ku ev lîstikek e. Çîftyurek bilêv kir ku beriya Meşa Gemlîkê ya gelan cezayek wiha hatiye dayîn û ji aliyê walîtiyan ve qedexekirina Meşa Gemlîkê şermezar kir. Çîftyurek bang li dewletê û hikûmetê kir û got: "Daxwaza Meşa Gemlîkê ya ji bo Abdullah Ocalan demokratîk e. Divê dewlet astengiyan daneyne ber vê. Ji niha ve dixwaze wê asteng bike."    ‘ASTENGKIRIN DURÛTÎ YE'   Çîftyurek anî ziman ku bi mehan e hin partî li kuçe û taxan e û dewlet bi tevahiya hêzên xwe wan diparêze û got: "Lê çima gava siyastea kurd, gelê kurd û saziyên kurdan dixwazin li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bimeşin, astengî dertên pêşiya wan? Ev durûtî ye."    ‘GER ABDULLAH OCALAN BIAXIVE DÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'   Çîftyurek bilêv kir ku ger dilê dewletê û çareserkirina meseleta kurd û bidawîbûna şer hebe, divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rake û got ku bidawîbûna şer û çareserkirina meseleya kurd bi axaftina Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.   SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ   Çîftyurek ji bo serlêdana wan a li Wezareta Dadê jî got ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, ji bo tenduristiya wî hin bibin û agahî jê wergirin serlêdan kirine. Çîftyurek diyar kir ku Wezareta Dadê hê bersiva serlêdana wan nedaye û got ku heke bersiv neyê dayîn dê careke din serlêdanê bikin."   Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de got ku Abdullah Ocalan dikare rêya aştiyê veke.    MA / Mujdat Can