Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin 2023-11-17 11:53:11   AMED - Ji îmzekarê “Banga Azadiyê” Hevserokê MEBYA-DER’ê M. Emîn Kiliç, destnîşan kir ku heke azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û ji bo “Meşa Azadiyê” ya ji bo vê daxwazê tê kirin jî, banga tevlibûnê kir.    Li Amedê di 29’ê cotmehê de gelek partiyên siyasî, komele nêzî 200 sazî, bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk, bi navê “Banga Azadiyê" deklarasyonek destnîşan kirin. Ji îmzekarê “Banga Azadiyê” Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç got: “Heke tecrîd were rakirin dê pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.”   Kiliç diyar kir ku hêzên serdest civakan bi rêbaza “perçe bike, ji hev veqetîne û bi rê ve bibe” dixwazin kontrol bikin û da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin jî perçeyekî van polîtîkayan e. Kiliç destnîşan kir ku tecrîd belavî her qadeke jiyanê bûye û di salên dawî de nêzîkatiyên li cenazeyan bi bîr xist. Kiliç da zanîn ku desthilat destûrê nadin malbatan ku tev li cenazeyan bibin û got: “Ji ber vê yekê me wek saziyên sivîl îmzeyên xwe avêt desklerasyonê û em heya dawiyê li pey îmzeyên xwe ne. Ji ber îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan li ser tevahiya civakê ye. Gel bi rastiyê hesiyaye û heya tecrîd tê şikandê gel dê li  ber xwe bide.”   PARA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ   Kiliç destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, ji polîtîkayên hêzên navneteweyî qut nîne û wiha got: "Dixwazin îradeya kurdan li her çar perçeyan bişkênin û girêdayî xwe bikin. Kurdê azad naxwazin. Lê belê Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe civakê ronî dike, azad dike. Hêzên serdest van fikran ji xwe re wek xetere dibînin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan hedef tê girtin. Êdî tu hêzên serdest nikarin li pêşiya azadiya gelê kurd bisekinin. Ji ber Modernîteya Demokratîk a birêz Ocalan ji xwe re wek talûke dibînin, hember derdikevin. Li hemberî daxwaza kurdan a li her çar perçeyan li dora Modernîteya Demokrasiyê kom bûne ne. Ji ber vê yekê destê hêzên navnetewî di tecrîdê de heye.”   HÊZA ÇARESERIYÊ YA OCALAN    Kiliç anî ziman ku dema tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah were rakirin, dê gelên bindest azad bibin û bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ku dê li navçeya Gemlîk a Bûrsayê were lidarxistin. Kiliç bilêv kir ku dê meş ji bo rakirina tecrîdê bibe pêngavek û got: “Ji ber vê yekê her kesê ku dibêje ez demokratim, aştîxwazim divê tev li vê meşê bibe. Di çareseriya pirsgirêkan de muxatap Birêz Ocalan e. Xwedî vîn û hêza çareseriyê ye. Heke tecrîd were şikandin ev xitimandina heyî dê were derbaskirin. Heman demê de çareserî tê wateya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî. Heya ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî neyên çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn vîna çareserî, hêz û rêya birêz Ocalan heye.”   MA / Mehmet Guleş