Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye 2023-11-17 12:07:23     AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê meşa ku dê sibê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin weke “destpêka serdemeke dîrokî” penase kir, wiha got: “Ev meş, meşeke azadiyê ye, meşa hemû beşên bindest ên li vî welatî demokrasî, wekhevî û edaletê dixwazin e.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Di demeke ku rewşa agahînegirtinê berdewam dikir de hat zanîn ku di 31’ê cotmeha 2023’yan li Abdullah Ocalan cezayeke nû yê 6 mehan ê qedexeya bi parêzeran re hatiye birîn. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û hemû parlamenterên partiyê li dijî “tecrîda mutleq” ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dan. Sibê jî dê ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî “tecrîda mutleq” serlêdana li Wezareta Dadê hate kirin û Meşa Gemlîkê nirxandin kirin.    ‘TECRÎDÊ WELAT BER BI KARESATÊ VE BIR’    Bayindir, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve tê xwestin bê meşandin û anî ziman ku yek ji sedemên herî girîng ê vê yekê jî polîtîkayên “ewlekariyê” yên pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Bayindir, bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan welat ber bi karesetê ve bir û wiha got: “Birêz Ocalan cihê xwe yê stratejîk ê têkildarî çareseriya demokratîk pirsgirêka kurd diparêze. Em jî ji bo pergala Îmraliyê belav bikin û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo bikare di bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de rola xwe bilîze, em di nava têkoşîneke berfireh de ne.”   ‘ÎMRALI NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’    Bayindir bi bîr xist ku pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan pêşkeş kirine îro ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê fêmkirin û her ku diçe piştgiriya ji bo vê yekê zêde dibe û wiha berdewam kir: “Em niha diyar dikin ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan girêdayî vê yekê bi ti awayî neyê domandin. Bêguman desthilata AKP’ê û MHP’ê israra xwe ya di vê mijarê de didomîne. Em dibînin ku bi neçareserkirina pirsgirêka kurd çawa bingeha hiqûq, demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û dewletê texrîb kiriye. Divê krîza di navbera AYM’ê û Dadgeha Bilind de qewimî, weke bandora hiqûqa li Îmraliyê nayê şixulandin bibîne.”   Bayindir bi lêv kir ku di vê noxteyê de ji bo ku wan Meclis weke amûra çareseriyê dîtine bi armanca bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane lê hem ji serdana wan a di 2’yê mijdarê de kirine re hem jî ji serlêdanên beriya niha kirine re bersiv nehatiye dayîn. Bayindir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Meclis di vê mijarê de berpirsyariyeke cidî bigire ser xwe. Eger li vî welatî bingehên hiqûq, demokrasî, mafên mirovan û azadiyan bên danîn, divê ev nêzîkatiya li dijî Îmraliyê tavilê bê terikandin. Me di serî de Wezareta Dadê bang li desthilatê kir ku bi berpirsyarî û li gorî hiqûqê tevbigere. Em dibêjin ku parlamento dikare rola xwe ya dîrokî bilîze. Bersivên erênî an jî neyînî ku ji serlêdanên me re bên dayîn dê nêzîkatiya dewlet û hikumetê ya li dijî Îmraliyê diyarker be.”   ‘SERDEMA TÊKOŞÎNÊ YA KOLANÊ ESAS DIGIRE’    Bayindir, bal kişand ku ji bo ku Meclis rola xwe bilîze dê di pêvajoya pêş de gelek hewldanên wan çêbin û wiha lê zêde kir: “Elbet Wezareta Dadê di vê mijarê de bêdeng e, hemû wezaret di vê mijarê de bêdeng in. Ji ber ku pergala niha li Tirkiyeyê heye, ji bilî Erdogan vîna tu kesê nîne. Rêveberiyeke ku bi gotinên Erdogan tevdigere heye. Di vî warî de em ê tevî hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê kurd li dijî vê bêhiqûqiyê, pêkanînên antî demokratîk û vê rejîmê têkoşîneke xurt bidin meşandin. Ji ber ku heta niha ez dikarim diyar bikim ku em ketine serdemeke têkoşînê ya xurttir, ku di asta herî pêş a çalakbûnê de ye û qada esas jî kolane.”   ‘DÊ BIBE MEŞA AZADIYÊ’    Bayindir ê meşa ku dê sibê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin weke “destpêka serdemeke dîrokî” penase kir, ev tişt gotin: “Têkildarî meşê li Tirkiyeyê û Kurdistanê li 122 navendan civînên gel berdewam dikin. Pirsgirêka kurd, hem ji bo pêşeroja siyasî ya gelê kurd hem jî ji bo pêşgeroja gelên Tirkiyeyê di noxteyeke gelekî krîtîk û dîrokî de disekine. Em dibêjin ku ev mijar ji bilî armanc û hedefên siyasî yên gelê kurd, divê di çarçoveya aştî, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê de ji aliyê hemû gel û beşên li Kurdistan û Tirkiyeyê ve bê nêzîkkirin. Ji ber vê yekê Meşa Gemlîkê gelek girîng e. Ev meş wê li gorî pêşniyarên bingehîn ên di civînên gel ên ji meha Tîrmehê ve hatine aşkerekirin pêk were. Ji bo rakirina tecrîdê û birêz Ocalan rola xwe esasî ya di çareseriya pirsgirêka kurd de bilîze gel helwesteke xurt danî holê. Di 18’ê mehê de hemû bajarên Kurdistanê dê berê xwe bidin Îmraliyê. Em elbet ji metropolên Tirkiyeyê jî hemû beşan vedixwînin vê meşê. Ev meş meşa azadiyê ye. Ev meş, meşa hemû beşên bindest ên li vî welatî demokrasî, wekhevî û edaletê dixwazin e. Meşa jinan û ciwanan e.   DBP DÊ ROLA SEREKE BILÎZE    Em bang li hezaran, deh hezaran dikin ku li dijî vê zîhniyeta dewletê ya bêhiqûqî, antî demokratîk a di çareseriya pirsgirêka Kurd de di şer û tundiyê de israr dike, bibin yek. Ev meş ne dawî ye. Heke gotin di cih de be destpêkeke. Weke DBP em ê di çarçoveya rakirina tecrîdê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aşkerakirina zemîneke siyasî ya dikare di bin pêşengiya Birêz Ocalan de bi pêş bikeve de, di çarçoveya xurtbûna têkoşîna civakî û siyasî ya li kolanan, li meydanan, li her derê di dema pêş de rola pêşengiyê bilîzin.”   MA / Eylem Akdag - Mujdat Can