Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir 2023-11-17 16:28:00   STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê di teqîna li qata ketinê ya avahiyeke 4 qatî pêk hat de kesek mir, 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.    Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê di qata ketinê ya avahiyekê de teqînek pêk hat. Tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku teqîn ji ber gaza xwezayî pêk hatiye. Li gorî agahiyên ewil kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.