Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin 2023-11-17 17:07:37   ENQERE -  Meşa DÎSK’ê ya bi daxwaza “Di bacê de edalet, di dahatê de edalet” daye destpêkirin li Qada Ûlûs a Enqereyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku dê bi hev re têbikoşin û wiha got: “Em ê mil bi mil serbikevin.”   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) meşa ku bi daxwaza “Di bacê de edalet, di dahatê de edalet” di 13’ê mijdarê de ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin li Qada Ûlûs a Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Endamên baskên kar ên girêdayî DÎSK’ê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mehmet Kamaç, Îbrahîm Akin, Bûrcûgul Çûbûk, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, parlamentera CHP’ê Gamze Taşçier, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Serçe, endamên MYK’a Partiya Şoreşger, gelek nûnerên sendîkayan û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di bacê de edalet” û dowîz hatin hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Ev hêj destpêke, em ê têkoşînê bidomînin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin.    ‘EM ÎTÎRAZÎ VÊ PERGALA BACÊ YA BÊEDALET DIKIN’    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê li vir axivî, diyar kir ku îtîrazî pergala bacê ya bêedalet dikin û wiha got: “Grev be grev, çalakî be çalakî em li cem we ne. Ev hêj destpêke em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê bi hev re serbikevin.”   ‘FERASETEKE JI GEL QUTBÛYÎ WELAT BI RÊ VE DIBE’    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku feraseteke ji gel, karker, kedkar qûtbûyî welat bi rê ve dibe û wiha got: “Silav ji kesên hêviyê mezin dikin re. Di serî de karkerên şarederiyê ji bo bê şert û merc kadroyê bidin hemû karkerên taşeron em meşiyan. Em bi kesên bi qanûna hejmara 6196’an hatine îxrackirin re meşiyan. Ev tabloya em dijîn ne tesaduf e. Heta ku em mafê xwe digirin em ê têbikoşin. Em ê li dijî binpêkirina destûra bingehîn ji bo edaleta li welat têbikoşin. Bila vê qadê bibînin. Ev qad qada kedê qada çîna karkeran e.”   ‘EM Ê DIL BI DIL SERBIKEVIN’   Çerkezoglû, anî ziman ku wê teqez bê hêvî nebin û wiha lê zêde kir: “Îro li Enqereyê rojeke dîrokî tê jiyîn. Karker diaxivin, kedkar diaxivin, gel diaxive. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Em ê serbikevin. Em ê mil bi mil, dil bi dil qezenc bikin. Em li welat edaletê serwer bikin. Qet bêhêvî nebin. Heke ev qad hebe hêvî jî heye.”   Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmeyên “Em di bacê de edaletê dixwazin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Em ê bi hev re serbikevin” bi dawî bû.