'Divê em tifaqa xwe xurt bikin' 2023-11-17 19:02:20   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya tasfiyeyê ku ji sala 2015’an û vir ve dewam dike û diyar kir ku ji bo ev polîtîka encam negire divê di pergalê de şikestinê pêk bînin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan piştî li Êlihê bi gel re civiya, li Baroya Êlihê bi nûnerên rêxistinên sivîl re hat ba hev.   Bakirhan li vir axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser dînamîkên xwecihî û got: “Diyalog û têkoşîna ku bi dînamikên xwecihî re neyê kirin, bi ser nakeve. Em weke tevgereke ku bawerî bi hêza xwecihî tînin, ji niha û pê ve gelek caran serdana we bikin. Em ê hizrên we bigirin. Ger pirsên we hebin guhdar bikin.”   Bakirhan bal kişand ser kampanyaya zextê û wiha got: “Pêvajoya tasfiyeyê ku pergal ji sala 2015’an ve didomîne, an wê encam bigire an jî em ê di pergalê de şikestinê pêk bînin.        Bakirhan îşaret bi kêmasiyên xwe yên di vê pêvajoyê de jî kir û wiha axivî: “Pergala me ya hişyariya pêşwext ne têrker e. Nirxên me tên tunekirin. Xuya dike ku aresteke cidî wê bidome. Ji ber vê yekê divê em bi ser xwe de werin.”   Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Dîrok berpirsiyariyên giran dide milê civakan. Divê em tifaqa xwe xurt bikin. Ger em bi ser bikevin gelên li welêt bi taybet jî Kurd bêhnekî rehet bigirin. Ger em bi vê berpirsiyariyê di pêvajoya pêşiya xwe de bixebitin, em ê ruhê berê bi dest bixin. Divê em axa mirî li ser xwe rakin. Em doza xwe ji malbat, cîran û her kesê re bibêjin. Tîfaqa ku tune dihesibîne û qetil dike teşhîr bikin.