'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin' 2023-11-17 20:21:42   AMED - HEDEP, DBP, TJA û MED-TUHAD FED’ê têkildarî Meşa Gemlîkê, li gundê Sati yê navçeya Sûr a Amedê civîna gel li dar xistin û gel vexwandin meşê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHAD FED), têkildarî Meşa Gemlîkê ku ji bo azadiya fizîka ya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan tê kirin, li gundê Sati yê navçeya Sûra Amedê civîna gel li dar xistin. Li cihê civînê pankarta “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Rizgariya Demokratîk” hat daliqandin. Parlementera HEDEP’ê ya Amedê Ceylan Akça, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, endam û rêveberên HEDEP, DBP, TJA, MED-TUHAD FED û gelek kes tev li civînê bûn.   'ÇARESERÎ ÎMRALÎ YE'   Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku heta Ocalan azad dibe divê mil bi mil meş û çalakiyên bi vî rengî bên lidarxistin û wiha got: "Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hem li ser girtiyên li girtîgehên din û hem jî li ser me tê meşandin. Çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê derbas dibe. Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin."   Piştre jî nameya Ocalan a 21’ê kanûna 2010’an hat xwendin û civîn bi dawî bû.